-
4 tankerên binpêker û xwefirreke din li Tengava Hormizê hatin rûxandin û jordaxistin
Tesrîn 04, 2026 14:01Navenda Ragihandinê ya Sipahê qala rûxîna 4 tankerên binpêker ji ber lêketina bi mînan ra, sekinandina du keştiyên din ên binpêker û nêçîrkirina pêncî û şeşemîn xwefirra MQ9 kir.
-
Iraqçî: Tu dijminatîya me bi endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye
Tesrîn 03, 2026 19:10Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî tekezîya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê tu dijminatîyek bi welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye, ji rola erênî ya Qeter û Omanê sipasî kir û nivîsî: Em gotûbêjên xwe bi Erebistana Siûdî ra didomînin.
-
Nerazîtîyên gelanî li Ewropayê berfireh dibin
Tesrîn 03, 2026 18:14Di dewama berfirehbûna nerazîtîyan li himber rewşa aborî li seranserî welêt, nûnerên opozîsyonê li qada parlimana Albanyayê bombeya dûkelê teqandin. Ev çend hefte ne ku xwendekar daxwaza îstîfakirina Êdî Rama Serokwezîrê vî welatî yê ku ji 13 salan beriya niha va li ser desthilatê ye, dikin.
-
Sê tankerên binpêker û du xwefirrên xweteqîn ên "Lûkas" ên amerîkayî li başûrê Îranê hatin şewitandin û rûxandin
Tesrîn 03, 2026 17:15Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand: Ji saetên destpêkê yên vê sibehê heta niha sê tankerên binpêker di rêya rêpênedayî ya Tengava Hormizê da rastî teqîn û şewateke giran hatin. Navenda Ragihandinê ya Sipaha Îmam Secad (S) a parêzgeha Hormizganê jî qala rûxandina du xwefirrên xweteqîn ên "Lûkas" ên amerîkayî li Bendera Xemîrê kir.
-
Yekitîya Cîhanî ya Guleştê: Hidayetî baştirîn guleştgirê ferengî yê cîhanê ye
Tesrîn 03, 2026 17:11Yekitîya Cîhanî ya Guleştê li postekê li Înstagrama xwe nivîsî ku Ferdîn Hidayetî, guleştgirê ferengî yê desteya giran ê îranî, baştirîn werzîşkarê pêşbirkên cîhanî yên 2026an e.
-
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê qala pêkanîna sê operasyonên xwefirrî yên serkevtî di nav 48 saetên raborî da li Erebistana Siûdî kir.
Tesrîn 03, 2026 17:09Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê qala pêkanîna sê operasyonên xwefirrî yên serkevtî di nav 48 saetên raborî da li Erebistana Siûdî kir.
-
Nediyarî di rêjeya berhemanîna neftê ya Herêma Kurdistanê da; Bexdayê daxwaza çavdêrîya hevbeş kir
Tesrîn 03, 2026 16:50Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, tevî amajeya bi nakokîya di navbera Bexda û Hewlêrê da derbarê rêjeya berhemanîna rojane ya neftê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Iraqê daxwaza çavdêrîya hevbeş a komîteyên teknîkî li ser bijmêrên neftê û tomarkirina rojane ya rêjeya berhemanînê dike da ku rêjeya rastîn a berhemanîna herêmê were diyarkirin.
-
Êrişên leşkerên siyonîst ser Rexê Rojava û girtina filistîniyan berdewam e
Tesrîn 03, 2026 16:07Leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrişa li ser navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojava 21 filistînî girtin û bo cîyekî nediyar veguhestin. Rejîma Siyonîst herwiha ji bo zexta li ser filistîniyan li Zîvala Xezzeyê komên çekdar ên cinayetkar ava kirine.
-
Beqayî: Gefa navokî, vîna Îranê ya berevaniyê xurttir dike
Tesrîn 03, 2026 11:50Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Gefa nerasterast a derbarê bikaranîna çeka navokî li dijî Îranê, gefa li ser aşitî û ewlehiya navdewletî ya li dijî hemû welatan e; ev gef, vîna me ya ji bo berevaniyê xurttir dike.
-
Hêzên çekdar ên Yemenê pêşda diçin û derbarê berdewamiya destdirêjiyên Siûdî hişyarî didin
Tesrîn 03, 2026 11:32Hevdem digel berdewamiya êrişên asimanî yên Erebistanê li ser navçeyên cûrbicûr ên Yemenê û zêdebûna xisarên canî yên sivîlan, hêzên çekdar ên Yemenê jî hevdem digel berdewamiya dorpêça asimanî li ser Erebistanê û operasyona li dijî binesaziyên bingehîn ên vî welatî bi taybetî tesîsên neftê û balafirrgehan, pêşdaçûna xwe li navçeyên dagirbûyî didomînin.