-
Rûdaw: Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek hat kuştin
Kanûn 14, 2020 05:40Ji ber şerê şeva bihorî di navbera PKKê û Hêzên Pêşmerge de li nêzîk qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê, pêşmergeyek hat kuştin ku ji kurdên Tirkiyê ye û biryar e termê wî li bajarê Zaxo bê veşartin.
-
Pevçûn di navbera hêzên PKK û PDK’ê li Herêma Kurdistanê
Kanûn 14, 2020 04:58Medyaya PDKê û PKKê hevdu tawanbar dikin ku li herêma Amêdî bi aliyê hevdu gulle reşamdine.
-
Sê welatiyên sivîl ên iraqî di êrîşa topxaneyî ya Tirkiyê da hatin kuştin
Kanûn 13, 2020 06:03Çavkaniyên iraqî qala candana 3 welatiyên sivîl di encama êrîşa topxaneya artêşa Tirkiyê li ser parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê kirin.
-
Meytên 3 sivîlên nehiya Dêrelokê ku balafirên Tirkiyê ew kuştibûn hatin dîtin
Kanûn 12, 2020 17:36Roja 7’ê Kanûnê 3 welatiyên kurd ên ji nahiya Dêrelok ya girêdayî Amêdiyê dema ku li gundê Zêwê li ser zeviyên xwe bûn, balefirên Tirkiyê ew bombebaran kiribûn. Ji wê rojê ve xeber ji wan nedihat girtin. Îro cenazeyên her sê welatiyan hate dîtin.
-
Civîna Şanda Gotûbêjker a Herêma Kurdistanê ligel Kazimî û Helbûsî bi dawî bû
Kanûn 12, 2020 17:10Civîna Şanda Gotûbêjker a Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û bi Serokê Parlemanta Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.
-
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi Kazimî û Helbûsî re hevdîtin dike
Kanûn 12, 2020 10:34Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku çûye Bexdayê, dê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê parlemanta Iraqê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtin bike.
-
Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina neraziyan li Herêma Kurdistanê ragihand
Kanûn 11, 2020 16:10Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina berfireh a nerazî û çalakên medenî li bajarê Herêma Kurdistanê, nemaze li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
-
Xwenîşandan li bajarên Helebçe û Silêmaniyê berfireh bû / Derbendîxan û Kelar jî tevlî xwenîşandanê bûn
Kanûn 11, 2020 16:10Îro nerazîtî û xwenîşandan li Herêma Kurdistanê berfireh bûn û li bajarên Helebçe, Çemçemal, Pîre Megrûn, Derbendîxan û Kelarê jî nerazî derketin nav kolanan.
-
Li Herêma Kurdistanê 248 kes bi kuoronayê ketine û 11 kes jî ji ber wê mirin
Kanûn 10, 2020 18:35Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 248 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 11 nexweşên din ên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dan û 163 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
-
Li Erbet, Helebce û Dukanê xwepêşandan destpêkirin: 2 kes hatin kuştin
Kanûn 10, 2020 00:26Li bajaroka Erbet ya Silêmaniyê xwepêşandan destpêkir, di dema xwepêşandanê de ciwanek hate kuştin û sê xwepêşander jî birîndar bûn. herwiha li Dukanê ya Silêmaniyê jî di dema xwepêşandanê de welatiyek ji ber lêdana hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da. Li Helebceyê jî xwepêşandan destpêk.