-
DAIŞ`ê di mehekê da 142 carî êriş li navça Germiyana Iraqê pêk anîne
Kanûn 10, 2018 11:30Ji ber zêdebûna liv û tevger û êrişên DAIŞ`ê bi taybet li bakurê Iraqê xelk û rayedarên navçê dilgiran bûne.
-
Heşda Şebî sipasiya rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê li serketina li hember DAIŞ`ê kir
Kanûn 10, 2018 12:51Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iraqê ji rola Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha lubnanê li şerê li dijî DAIŞê sipasî kir.
-
Serokwezîrê Iraqê: Peywendîyên Iraq û Îranê nakevin ber bayê welatên din
Kanûn 10, 2018 06:18Serokwezîrê Iraqê got: Peywendîyên Iraq û Îranê di çarçova berjewendî û mesliheta netewî ya her du welatan da ne û nakevin ber bandora daxwaz ûzexta welatên din.
-
Wezareta bername û bûdca Iraqê: Sedî 13ê gelheya Iraqê li Herêma Kurdistanê de rûdinên
Kanûn 09, 2018 14:50Wezareta bername û bûdca Iraqê bi raghandina hejmara gelgeya vî welatî, bal kişand ser zêdebûna nifûsê li sala 2018`an û gelheya Herêma Kurdistanê sedî 13 ê nifûsa gişt Iraqê raghand.
-
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê: Derfirotina berhemên billî niftê yên Îranê îsal dê bigihêje 9 miliyar dolarî
Kanûn 09, 2018 04:36Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê roja Şemiyê got: Bihayê derfirotina berhemên ne niftî yên Îranê bo Oraqê heta dawiya sala 1397an a Koça Rojî dê bigihêje 8.5 heta 9 miliyar dolarî.
-
Tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê li Irqê hat jinavbirin
Kanûn 08, 2018 14:53Rêvebiriya agahiyên leşklerî ya Iraqê qala naskirin û jinavbirina tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê ku ji bo êrîşa li ser welatî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojasvaya El Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê plandarîştibûn, kir.
-
Parlimanterekî iraqî: Bila hêzên leşkerî yên Iraqê leşkerên Tirkîyê ji axa welêt derxin
Kanûn 08, 2018 14:01Parlimanterê Hevalbendîya Jinûveavakirinê li Meclisa Iraqê pêgirî kir ku hebûna leşkerên Tirkîyê li axa Iraqê hîç delîleke rewa tineye û dîyar kir ku dewleta Iraqê divê heta bi saya hêzên leşkerî, hêzên tirk ji axa vî welatî derxe.
-
Lihevkirina desteya serokatiya parlimanê û partiyên Iraqê ji bo dayîna dengê baweriyê bi dewleta Evdilmehdî
Kanûn 07, 2018 12:28Partiyên Iraqê û desteya serokatiya Parlimana Iraqê ji bo dayîna debngê baweriyê bi dewleta Evdilhemdî li hev kirin.
-
Serokê Tîma Peydakirina Rastiyê ya (NY): Lêkolînên navneteweyî derbarê cinayetên DAIŞê li Iraqê dê ji estpêka Nîsana 2019an va dest pê bibin
Kanûn 06, 2018 13:36Serokê brîtanyayî yê Tîma Peydakirina Rastiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) qala hewldana ji bo destpêkirina lêkolînên navneteweyî têkildarî cinayetêîn terorîstên DAIŞê li nav axa Iraqê di destpêka Nîsana sala bê da kir.
-
Civîna serokên sê saziyên Iraqê derbarê damezirandina dewleta nû
Kanûn 06, 2018 12:54Li civîna serokên sê saziyên Iraqê, li ser pêwîstiya berxwegirtina riya qanûnî ji bo kemilandina kabîneya dewleta nû ya Iraqê û destpêkirina xebata dewletê pêgirî hat kirinê.