-
Li Başîqê êrîşeke mûşekî li dijî serbazgeha Tirkiyê hat kirin
Tîrmeh 23, 2022 00:25Dije Terora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 3 mûşek li bargeha leşkerî ya Tirkiyê li Zêlkanê ya li nahiya Başîqê ya ser bi parêzgeha Neynewa xistijne ku sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin.
-
Endamî parlimana Iraqê: Hevhatina ewlehiyê ya bi Tirkiyê re bi dawî hatiye
Tîrmeh 22, 2022 14:02Endamekî Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bal kişand ser êrişa ser li geştyarên iraqî yên li ser sînorê Tirkiyê û got: Hevhatina ewlehiya ya di navbera Bexda û Enqerê bi dawî hatiye.
-
Daxistina ala Tirkiyê ji balyozxana vî welatî li Bexdayê
Tîrmeh 21, 2022 18:14Bi hezaran kes ji xelkê Iraqê li ber balyozxana Enqerê ya li Bexdayê kom bûn û ala Tirkiyê ji bo şermezarkirina êrişa leşkerî ya vî welatî li bakurê Iraqê ya roja Çarşemê, daxistin.
-
Wezîrê Derve yê Iraqê: Pisporên me êrîşa Tirkiyê li ser Kurdistana Iraqê piştrast kirin
Tîrmeh 21, 2022 14:04Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ji bo lêkolîna li ser bûyera topbarana gundê Perex li Zaxoyê bi serokatiya şandekê serdana wî gundî kir ragihand ku topabran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.
-
Sedir: Bila geştên esmanî yên Iraq û Tirkiyê bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin
Tîrmeh 21, 2022 14:00Muqteda Sedir piştî bombebarana Zaxoyê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku peywendiyên dîplomatîk ên Iraqê bi Tirkiyê re kêm bike, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de rawestîne û deriyên sînorî bi vî welatî re bigire.
-
Iraq li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlekariyê dozê vedike
Tîrmeh 21, 2022 11:13Civata wezîrên Îraqê daxwaz ji wezareta derve ya vî welatî kir ku dosyayek tam li ser destdirêjîyên bi dû hev ên Tirkîyê ser serwerîya Îraqê û asayîşa welatiyên wê amade bike; Doza ku tê texmînkirin bibe bingeha şikayet û giliya lezgîn a Bexdayê ya li dijî Enqerê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
-
Ji ber êrîşa dewleta Tirk li Zaxoyê û kuştina sivîlan; li Iraqê rojek şîn hat ragihandin
Tîrmeh 21, 2022 09:53Piştî topbarana Tirkiyê ya duh ser cihekî geştyarî li havîngeha Perexê ya ser bi Zaxoyê ku di encamê de 12 kes ku jin û zarok jî di nav de ne hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li seranserê Iraqê rojek şîna neteweyî hat ragihandin.
-
Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê kir
Tîrmeh 21, 2022 05:12Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê biryar da ku gazî Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike da ku nerazîbûnên xwe yên li dijî bombebarana seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê ragihîne û daxwaz ji Enqerê bike ku ji ber bombebaranê “bi fermî” lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne.
-
Kazimî: Em mafê xwe ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizanin
Tîrmeh 20, 2022 18:37Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrîşa artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir: Iraqê mafê xwe yê tam ji bo bersivdana bo destdirêjiyên Tirkiyê parastî dizane.
-
Nûrî Malikî û Amirî ji berendambûna serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyan
Tîrmeh 20, 2022 05:18Çavkaniyekî agah li Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ragihand ku Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji berendambûna ji bo serokwezîrtiya Iraqê paş vekişiyane.