Tîrmeh 12, 2019 18:33 Asia/Tehran
  • Zevtkirina gemîya hilgira nifta Îranê, girêdayîbûna Brîtanyayê bi Amerîkayê ve nîşan dide

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê, zevtkirina gemîya hilgira nifta Îranê li tengerêya Cebel ul Tariqê nîşana girêdayîbûna Brîtanyayê bi Amerîkayê ve zanî.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf di hevpeyvîna digel televîzyona Al Mayadeen a Libnanê de got: Kiryara Brîtanyayê ya zevtkirina gemîya hilgira nifta Îranê, dizîya li deryayê ye, bi vî awayî bila ingilîsî bi awayekî fermî ragihînin ku xulamê Amerîkayê ne û daxwazên vî welatî cih bînin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Amerîkîyan di berdêla dostzanînasefîrê vî welatî ji hêla Ingilîzê ve li Waşîngtonê, bîrîzî li Serokwezîr û dewleta Ingilîzê kirin.

Hêzên Deryayî yên Ingilîsê di 5`ê TGîrmehê de gemîyeke hilgirê nifta Îranê li devera Cebel ul tariqê zevt kir, bi wê hecteê ku boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê binpê kirine.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ew idiaya Ingilîsê ret kir û xwest ku zûka ew gemîya were berdanê û rêya xwe bidomîne.

Dewleta Ingilîsê nifthilgira îranî di halekî da zevt kirîye ku wê gemîyê tu qanûneke deryagerîyê binpê nekirîye û zevtkirina wê tenê ji ber hegerên sîyasî ye û di vê meseleyê da rola Amerîkayê hebûye. Amerîkayê bi sûdwergirtina ji boykotên dervesînorî ferman da dewleta Ingilîsê ku nifthilgira îranî li tengerêya Cebel ul Tariqê zevt bike.

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Joshep Borrel di sietên destpêka zevtkirina niftkêşa îranî de got: Hêza Deryayî ya Ingilîzê ligorî daxwaza Amerîkayê gemîya hilgirê nifta Îranê li Cebel ul tariqê zevt kirîye.

Ajansa Nûçan a Fransayê jî ji zarê Berdevkê Polîsên Cebel ul Tariqê ragihand ku hêzên polîs duh kapîtanê gemîya nifthilgir a Grease-1`ê û efserê pillebilind ê wê ku tê gotin welatîyê Hindê ne, bi gumana binpêkirina boykotên YE`yê girtin.

Wî Berdevkê Polîsên Cebel ul Tariqê got ku ew du kes ketine ber lêpirsînê lê hê bi awayekî fermî nehatine tawanbarkirinê û belge û alavên dîcîtal ên gemîya nifthilgir jî hatine zevtkirinê.

Lîstika sîyasî ya dewleta Ingilîsê nîşan dide ku ew welata ku di halê cidabûna ji YE`yê da ye, zêdetir ji berê girêdayîyê Amerîkayê ye. Sepandina boykotên dervesînorî ku YE`yê berî vîya dijî wê derketibû, hevkarîya ingilîsîyan digel Amerîkayê nîşan dide.

Dosît û hevkarîya Ingilîsê digel Amerîkayê netenê di mijara zevtkirina niftkêşa îranî de, belkî di dirêjatîya dîroka sîyasî ya Ingilîsê himberî îranê de( wek mînak di meseleya netewîkirina pêşeya nifta Îranê di dewrana hikimdarîya dewleta Museddiq da) xûya dike. Wê demê jî delweta Ingilîsê pêşîya firotina nifta Îranê girtîye.

Niha karê Hêza Deryayî ya Ingilîsê ya zevtkirina gemîya hilgirê nifta Îranê li tengerêya Cebel ul Tariqê jî zêdetir ji wê ku  binpêkirina boykotên YE`yê ji hêla Sûrîyê ve heceta wê be, peyrewîya ji boykotên neqanûnî, yekalî û dervesînorî yên Amerîkayê hegera wê ye ku armanca wan girtina tam a pêşîya firotina nifta Îranê ye.

Ev karê dewleta Ingilîsê û helwestên sîyasî yên welatî têkildarî piştgirîya ji Rêketinama Atomî û parastina wê lihev nayên. Parastin û mayîna Rêketinama Atomî ya digel Îranê maye ser garantîkirina berjewendîyên aborî yên Îranê yên ligorî Rêketinama Atomî ku firotina nifta Îranê bingeha wan a sereke ye.

Dewleta Ingilîsê bi liv û tevgerên nû yên xwe dewsa hindê ku ligorî sozên di Rêketinama Atomî de di warê firotina niftê de alî Îranê bike, hevdengê Amerîkayê dijî Îranê pêngavan radike ku têrorîsma aborî himberî gelê Îranê destpê kirîye.