Teqezkirina rayedarên Rûsiye, Almanya û Firansayê ser parastina Hevhatina Navokî ya digel Îranê
Rêketinama Navokî di Tîrmeha 2015an li Viyenê navbera Îran û koma 5+1`an hat ragahnd û cihanîna wê ji Çilla 2016an destpê bû. Rêketina Navokî, hevhatineka pir giring li çarçoveya parastina aşitî û ewlehiya navneteweyî tê hesabê lê Emerîkayê li çarçoveya hilweşyana vê vê hevhatinê li Gulana 2018an jê derket. Nihêrîna li dijî Rêketina Navokî ya Waşengtonê ji aliyê endamên koma 4+1 yanê Rûsiyê, Çîn, Troîkaya Ewrûpî( Almanya, Firansa û Brîtanyayê) û Yekitiya Ewrûpayê nîne.
Ji ber kiryarên vê dawiyê yên Emerîkayê boan zexta ser Îranê bona derketina Têhranê ji Rêketina Navokî, rayedarên Rûsiyê, Almanya û Firansayê li gotûbêjeka telefonîya sêalî ser pêîwstiya parastian Rêketina Navokî û dewama hevkariyên aborî bi Îranê re teqez kirin.
Koşka Kirimlînê sêşemiyê şevê li daxûyaniyekê destnîşan kir: Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê, Engêla Mêrkêl, serokwezîra Almanyayê û Êmanoel Mekron serokkomarê Firansayê li vê gotûbêja telefonî ya sêalî Rêketina Navokî ji wan hokarên bingehîn bona parastina aramî û ewlehiya navneteweyî dan zanîn û cardinê berpirsiyariyên xwe bona zêdekirina hevkariyên aborî bi Îranê re raghandin.
Li gor nihêrîna van welatan, têkçûna Rêketina Navokî û îbtalkirina vê hevhatinê, dê dûhatên ewlehiyê yên nerênî hebin. Almanya û Firansa rêketina navokî wek mînakek ji hevhatina çenalî dizanin ku dikare wek mînak û modêlekê bon açareserkirina munqişeyên navneteweyî jî were bikaranîn.
Rûsiyê jî wek qaweta navneteweyî ku pirsgirêkên zav bi Emerîkayê re hene, helwestek hema mîna ya ewrûpiyan li vê barê heye.
Donald Trum serokkomarê Emerîkayê bi tundî rêketian navokî rexne dike û bi caran wê weke hevhatina herî kirêt bo Emerîkayê zaniye.Dewleta Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana 2018` an bi awayekî yekalî ji hevhatina navokî ya Îranê bi welatên 5+1`ê ku li sala 2015`an hat îzmekirin derket û pişt re 4 Mijdarê dewra dudiyan a boykotên neqanûnî li dijî Îranê cih anî.
Piştî derketina Emerîkayê ji hevhatina navokî ya Îranê, welatên din ên wajokirê vê hevhatinê tevî rexnekirina biryara Waşengtonê raghandin ku dê li ser hevhatina bi Îranê re bisekinin.
Êmîlî Sorênbêrî wezîrê karên derve yê kabîna li Brîtanyayê diliraniya xwe li bara zêdebûna aloziyan li kendava Farsê diyar kir û got: Emerîka bi derketian ji rêketina navokî riya hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re girêda.