May 10, 2019 19:27 Asia/Tehran
  • Sîyaseta nimayişî ya Trump himberî daxwaza ji Îranê ya jibo muzakirê

Mideha 24 sietên piştî ragihandina biryara Îranê ya kêmkirina hin sozên di çarçova Rêketinama Atomî de, Serokomarê Amerîkayê 3 caran daxwaza muzakira bi Îranê re kir.

Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump di civîneke rojnamevanîyê de got: Ez hez dikim ku rayedarên Îranê bi rêya telefonê digel min bikevin têkilîyê û heke wî karî bikin em jibo gotûbêja digel wan amade ne.

Helbet mideha 2 salên buhurî de nemaze piştî vekişîna Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, rayedarên amerîkî bi caran idia kirine ku amade ne bi Îranê re muzakirê bikin û Komara Islamî vexwendine ku bixvire masa muzakirê. Eva di halekî da ye ku Amerîkayê terka masa muzakirê kir û sozên xwe yên ligorî Rêketinama Atomî jî cih neynan. Lewma welatê ku divê bizvire masa muzakirê Amerîka ye ne Îran.

Ji hêla din ve, giheştina bi xala imkana gotûbêjê di navbera du welatan de, hewcedarê pêşzemîneyê ye, ji wan divê bêrêzî, biçûkirin û gefxwarin wêda bên dayînê. Di halekî da ku di mehên vê dawîyê da, rayedarên amerîkî bilî bêrîzîyê û boxtankirinê, gefkirina leşkerî himberî Îranê zêde kirine heta wê astê ku şandina papora Abraham Lincoln ber bi Kendava Farsê û bicihkirina Balafirên B-52`yê li herêmê nîşaneyeke hişyarkirina Têhranê ji hêla Waşîngtonê va ragihandine.

Ji hêla din ve, Donald Trump bi vekişîna ji Rêketinama Atomî, nebûna pêbawerîya Îranê û pirranîya welatên cîhanê têkildarî sozên amerîkîyan gîhande asta herîjorîn. Niha gumanên ciddî hene ku rêketinamên nû yên bi Serokomarê niha yê Amerîkayê re ji alîyê wî yan serokomarên pêşeroja Amerîkayê va bi hêsanî û rehatîya ``gerra pênûsê ser kaxizê`` werin binpêkiriên. Wer xûya dike ku hema ev dilgiranîya bû sebeb ku bi dû du carên hevdîtinên Serokên Amerîka û Koreya Bakur tu encamek bi dest nekeve. Lewma her cure lihevkirina ihtimalî ya digel Îranê yan her welatê muzakireker digel Amerîkayê maye ser pêkanîa pêbawerîya berfire ji hêla rayedarên Amerîakyê ve derbarê xwedûrgirtina ji dubarekirina kiryarên Serokomarê her gav di halekî da yê niha yê vî welatî.

Wekî encama dawîn eva ye ku alûgurên di çend salên buhurî yên Amerîkayê nîşan dane ku Serokomarê Amerîkayê, çi Barak Obamayê Dêmokirat û çi Donald Trumpê Komarxwaz desthilata pêwsît jibo cihanîna sozên dewleta Amerîkayê himberî alîyên muzakirê tinene.

Sênatorê Komarxwaz Tom Cotton dema wesfa pêşnumaya hejmarek sênatoran himberî rêketinamên ihtimalî yên digel Îranê di pêşerojê de û şert û mercên ibtalkirina boykotan dibêje: Boykot tenê nikarin bi saya serokomarekî û tenê bi pênûs û telefona wî bên ibtalkirinê.

Bi gotineka din, heke ew pêşnumaya were pejirandinê, serokomarê nika û serokomarên bê yên Amerîkayê yê tu desthilatek jibo cihanîna sozên xwe di muzakireyan de tinebin û yê tenê 535 endamên Kongirê di vî warî de biryarê bidin. Ligorî serketina rikeberîyên sîyasî û hizbî li Kongira Amerîkayê jî encama her cure lihevkirina ihtimalî ya digel Serokomarê Amerîkayê hema bêje ji pêş ve kivş e.

Her çawan be, wer xûya dike ku bêyî guherîna lewza gefkirin û bêrêzîkirinê ya amerîkîyan, pêkanîna pêbawerîyê û di dawîyê de bidestxistina desthilata tam û dilnîyaker ji sazîyên biryarsaz li Amerîkayê, pêkutîya ser wê yekê ku Îran hema tenê têrê dike ku bi rêya telefonê bi Trump re bikeve têkilîyê, girêya pirsgirêka ku amerîkîyan saz kirine, venake.