Hezîran 18, 2018 18:37 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê: Heke pêwîst be em ê bi alîkarîya hêzên Pêşmerge pêşî li artêşa Tirkîyê bigirin

Berdevkê fermî yê fermandarê operasyonên hevpar ên Iraqê ragihand: Hêzên Pêşmerge nêzîkî Qendîlê û hêzên artêşa Iraqê jî nêzîkî Şingalê ne, her dema pêwîst bibe em ê li hemberî hêzên dagirkir ên tirk bisekinin.

Li gorî rapora malpera Êsta News`ê, Berdevkê fermî yê fermandarê operasyonên hevpar ên Iraqê têkildarî êrişa ser Qendîl û Şingalê hişyarî da Tirkîyê û ragihand ku Hêzên Pêşmerge nêzîkî Qendîlê û hêzên artêşa Iraqê jî nêzîkî Şingalê ne û ji bo bersivdayîna li hemberî êrişên hêzên dagirkir ên tirk em di amadebûna tam de ne.

Serheng Yehya Zubêydî berdevkê fermî yê fermandarê operasyonên hevpar ên Iraqê têkildarî gefên Tirkîyê yên êrişa ser Qendîl û Şingalê pêgirî kir: Em daxwazê ji Tirkîyê dikin ku rêzê li yekperçetîya axê û serwerîya Iraqê bigire, herwiha hêzên me li Şingalê hene û hêzên Pêşmerge jî nêzîkî Qendîlê ne ku ev hêzana gişk pişkeke ji hêzên parastina Iraqê û karê wan hêzana jî parastina serwerîya Iraqênê û hemî gelên vî welatî ye.

Ev rayedarê leşkerî yê Iraqê ev yeka jî got ku herçend em razî nin axa Iraqê bo êrişa ser tu welatekî were bikaranînê lê ji bo bersivdayîna li hemberî êrişa her welatekî li nav axa Iraqê em li benda fermana fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê ne û ji bo her pêngavekê jî amade ne.

Serheng Yehya Zubeydî berdevkê fermî yê fermandarê opêrasyonên hevpar ên Iraqê hêvî kir ku Tirkîye bi awayekî maqûl pêngavan rake û rêzê li serwerî û yekperçetîya axa Iraqê bigire ji ber ku axa Iraqê û serwerîya wê ji hêla hêzên opêrasyonên hevpar û hêzên din ên çekdar ên Iraqê çi artêş û çi jî Pêşmerge va tê parastin û heke pêwîst be em ê mil bi milê hev pêşîya dagirkeran bigirin.

Wî herwiha pêgirî kir: Niha li Şingalê û her derî hêzên me hene, serwerîya Iraqê diparêzin û berevanîya Iraqê dikin, ji ber hindê em hêvî dikin ku hêzên tirk rêzê li serwerîya Iraqê û axa wê bigirin. Hêzên çekdar ên Iraqê û hêzên Pêşmerge ku pişkeke ji dezgeha berevanîya Iraqê ne ji bo parastina serwerî û yekperçetîya axa Iraqê amade ne.

Serheng Yehya Zubeydî berdevkê fermî yê fermandarê opêrasyonên hevpar ên Iraqê ragihand ku em çaverêyê fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê ne ji bo bersivdayîna li hemberî her cure bêrêzîya li ax  ûserwerîya Iraqê ne.