Hezîran 16, 2018 18:59 Asia/Tehran
  • Sîyaseta durû ya Erdogîn li hemberî penaxwazên sûrî

Serokomarê Tirkîyê basa dewama muzakira digel rayedarên Komara Islamî ya Îranê û Ûrsêtê ji bo serûberkirina rewşa penaxwazên sûrî kir.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li koma nûçegihan li Istenbolê bal kişand ser rayedarên NY ku têkildarî ihtimala destpêbûna pêla koçberîyê ji Idliba Sûrîyê ber bi Tirkîyê hişyarîyê didin û pêgirî kir: Têhran, Enqere û Moskow ji bo girtina pêşîya vê bûyerê muzakirên xwe didomînin.

Divê bê gotin ku eva cara yekem nîne ku serokomarê Tirkîyê têkildarî danûistandina kêrhatî digel Îran û Ûrsêtê bi merema çareserkirina pirsgirêkên awareyên sûrî axivîye nemaze ku pirsgirêkên niha yên Sûrîyê bêyî pişkdarîya Îran û Ûrsêtê nayên çareserkirin û Tirkîye nikare bi alîkarîya Amerîkayê û hin qaşo hevalbendên rojavayî wan pirsgirêkana çareser bike.

Lê di rewşa niha de gellek şareza û çavdêr gotinên Receb Teyîb Erdogan cureke propagandeya bereberê hilbijartinên serokomarî û parlimana Tirkîyê bi merema bidestxistina dengan zanîne.

Gotinên serokomarê Tirkîyê li halekî ne ku vê dawîyê mêdyayên herêmê basa vê yekê dikin ku dewleta Enqerê vegera awareyên sûrî ser mal û warê xwe asteng dike.

Di vî warî de wer xûya dike ku derdorên navnetewî jî di çarçova berjewendîyên Amerîkayê li Rojhilata Navînê, alîkarî dane vê sîyaseta welatên rojavayî.

Wek mînak, Andrêy Kahîsîç (Andri Ksysichich) berdevkê Komîsaryaya Bilind a Penaberan a NY li hevdîtineka vê dawîyê digel rayedarekî libnanî gotibû, kêmasîya imkanan, pirsgirêkên civakî û ewlehîyê yên ji ber bicihbûna penaxwazên sûrî li Libnanê bûne sedem ku rayedarên libnanî bi caran bixwazin ku awareyên sûrî bizvirin welatê xwe.

Lê rapora ku vê dawîyê li Ajansa Nûçan a Netewî ya Libnanê hat weşandinê, nîşan dide ku personelên Komîsaryaya Bilind a Penaberan a NY li gotûbêja digel malbatên aware yên sûrî wan ji vegera ber bi Sûrîyê ditirsînin û bi vî awayî vê yekê bandor li biryara wan kirîye. Ev rapora bûye sedema hêrsbûn û nerazîbûna hin rayedarên libnanî. Di rastîyê de wer xûya dike ku sîyaseta awareyên sûrî niha di destûrkara Amerîkayê û hevpeymanên wê de ye.

Di rastîyê de divê mirov bêje ku gotinên serokomarê Tirkîyê li halekî ne ku sîyaseta durû ya Erdogan li hemberî bûyerên li Iraq û Sûrîyê didome û ew bereberê hilbijartinan, ji hemî imkan û emrazan ji bo bidestxistina dengan sûdê werdigire.

Di dewra buhurî ya hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê de jî Erdogan mijara mafê dengdanê yê awareyê sûrî li hilbijartinên Tirkîyê hilêxistibû. Di rastîyê de Erdogan hewil dide awareyên sûrî yên li Tirkîyê bicih bûne di çarçova berjewendîyên şexsî û hizbî de bikar bîne.

Di rewşa niha de gellek çavdêr û şarezayên meseleyên sîyasî, nehîştina dilgiranîya niştecihên deverên başûra Tirkîyê, ku pirranî ketine ber bandora hatina awareyên sûrî û sûdwergiritna wan li kempêynên hilbijartinê yên AKP`ê û şexsê Receb Teyîb Erdogan sîayseta nû ya wî bereberê hilbijartinên 24`ê Hezîranê dizanin.