Tirkîyê careka din têkildarî dayîna çekan bo hêzên kurd ên Sûriyê hişyarî da Amerîkayê
Dewleta Tirkiyê, cardinê hişyarî da Emerîkayê ku bi zûtirkê dest bi jiçekkirina kurdên çekdar ên Sûriyê bike.
Bînalî Yildirim, serokwezîrê Tirkiyê hişyarî da rayedarên Emerîkayê ku bila pêvajoya wergirtina çekên şandiyê vî welatî bo komên çekdar ên kurd li bakurê Sûriyê bixe rojeva xwe.
Gotinên serokwezîrê Tirkiyê nîşan dide ku rayedarên vî welatî bi Emerîkayê re li bara jiçekkirina kurdên Sûriyê li hev kirine. Eva di halekê de ye ku pirsgirêka Tirkiyê li bara piştgiriya Emerîkayê ji kurdên Sûriyê, tim didome.
Hêjayî gotoinê ye ku li yek deheka buhurî, Emerîka, YPG( Yekînên Parastina Gel) bi mehna rawestana wan li hember koma terorîstî ya DAIŞ`ê çekdar kiriye û hema wisa dayîna çek û sîlehan bi Teşkîlata YPG didomîne. Her wiha dewleta Tirkiyê teqez dike ku YPG komeke terorîstî dizane û ser vê bawerê ye ku çekên şandiyê Emerîkayê serê axir dê Tirkiyê bikin hdefe.
Divê were gotin ku eva yekim car nîne ku rayedarên dewleta Enqerê, gefê li raydarên koşka Sipî dixwen. Li halekê ku gefên Tirkiyê hin cih nehatine û Emerîka jî li pêvajoya çekdarkirina kurdên Sûriyê pêngavek ranekiriye.
Ji van gefên Emerîkayê dikarin balê bikşînin ser gotinên rayedarekî dewleta Enqerê. Şeref Malkoç şêwirmendê serokkomar û serokê Rêxistina çavdêriya Tirkiyê wek berteka li hember piştgiriyên Emerîkayê ji kurdên Sûriyê li Sibata sala 2016`an û gotibû:
Ger Emerîka partiya `` Yekitiya Demokratîk a Sûriyê, PYD, weke rêxistineke terorîstî raneghîne renge navenda hewayî ya Încerlikê ser hêza hewayî ya Emerîkayê were girêdanê.
Hema li vî warî, Receb Teyib Erdopgan, serokkomarê Tirkiyê vê dawiyê raghand: Emerîka divê biryarê bide ku gelo hevpeymanê ` Yekitiya Demokratîk a Sûriyê, ye an hevpeymanê dewleta Tirkiyê? tevî îsrarên rayeadrên Tirkiyê, Emerîkayê raghandiye: Vê partiya sûrî teşkîlatke terorîstî nizane û dê piştgiriya xwe ji vê komê bidomîne.
Di vê rewşê de, rayedarên dewleta Tirkiyê, rayedarên Emerîkayê alîgirê herî mezin ê kurdan li navçê dizanin, ji ber ku Emerîka ji hêza însanî ya kurd li navçê îstifada xirab kiriye û mijûlî armancên demdirêj ên xwe ye li vê barê, Mûsa Qurban Of, analîzorê siyasî yê Komara Azerbaycanê gotiye:
Terorîstên qaşo misilman, amûrê sereke yê Emerîkayê ji bo derbelêxistina li cîhana Îslamê ne û çend welatên rastî xopanê anîne. Loma rayedarên welatên Îslamî divê hişyar bin ji ber ku armanca rojava bi taybet Emerîkayê ji piştgiriya terorîstan, hilweşandina welatên zengîn ên ereb û ne-ereb ên cîhana îslamê bi atyebt Tirkiyê ye.
Bi giştî divê were gotin: Alozî û pevçûna navbera dewletên hakim li Enqerê tev kurdan, gelek xisar bo dewleta Tirkiyê zêde ji sê dehekên buhurî hebûye. Eva li halekê ye ku Emerîkayê bi îstifada ji partî û komên mîlîtan, roleke bi bandor li pêkanîna qeyranê li navçê hebûye.