Çile 19, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê pêbendiya Îranê ser hemû sozên xwe li gor rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 piştrast kir

Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî li civîna xwe ya li bara rêketina di navbera Îranê û grûpa 5+1 ragihand ku Têhranê hemû sozên xwe gor vê rêketinê cih aniye.

Li civîna îro sibê ya Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ku li bara rapora dudyan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî li bara rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ya ser navê rêketina 2231 yan Bercamê birê ket hatiye; Ji çaxê rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1, Ajansa navnetewî ya Enirjiya navokî pênc rapor li bara vê rêketinê belav kirine ku di nav van pênc raporan da destnîşan bûye ku Îranê hemû soz û qirarên xwe li bara vê rêketinê cih aniye.

Îranê li halekê hemû soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 cih aniye ku para pirtir a welatên endame Konseya Ewlehiyê ji vê rêketinnamê wekî desthatekî girînge navnetewî piştevanî kirine û daxwaza pêbendiya aliyên vê rêketinnamê bi naveroka vê rêketinnamê kirine.

Renge mirov bêje, ji salek berî niha û piştî îmzabûna rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û pênc welatên, Ingilîz, Alman, Çîn, Rûsiya, Firansa û Amerîka, gelek ji boykotên dijî Têhranê îbtal bûne lê rastî evaye ku hîn jî boykotên dijî Îranê yên ku qirar bû gor naveroka rêketinnama Bercamê bêne hilanîn sîbera xwe avêtiye ser vê rêketinnamê.

Kanûna sala 2016 Kongera Amerîka carek din boykotên xwe yên dijî Îranê yên ser navê ISA bo mudeha 10 salên din jî domand ku domandina van boykotên dijî Îranê ji aliyê Amerîka hema binpê kirina xalên Bercamê tê hisab.

Hejî gotinê ye ku Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 rêketinekî navnetewî ye û rêketinekî çend aliye .

Niha eger mirov berê xwe bide van siyasetên Amerîka ku naveroka Bercamê binpê dike dîsa hema dibîne ku siyaseta tirsandina welatên cîhanê ji Îranê hîn jî tê domandin.

Siyasetên Amerîka û Ingilîzê li civîna Konseya Ewlehiyê û eva ku van du welatan carek din îdiayên xwe yên ku dibêjin Îran xwe têkelî nav karûbarên welatên navçê yên wekî Sûriyê û Yemenê dike qet peywendiya van îdiayan bi Bercamê va tune, lê eva nîşan dide ku ev welatana dixwazin her cure bûye Îranê tawanbar bikin ku ev îdiayên wiha bona dewama du siyasetên dijî Îranê têne domandinê.

Îdiaya destpêkê evaye ku ewna dixwazin wisa bêjin civata cîhanî ku Bercamê yan rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 pîşiya çêkirina çek û sîlahên atomî ji aliyê Îranê girt ku ev îdiaya hema ji destpêkê jî nedirust bû.

Wendî Şêrmen alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê Amerîka ku pêştir li nav tîma amerîkî ya gotûbêjên navokî tev Îranê bû li gotûbêjekî xwe yê tev rojnamevanan îteraf kir ku Îranê tu car biryara çêkirina çek û sîlahên atomî tunebûye.

Lê babeta dudyan ku welatên wekî Amerîka û Ingilîzê van cure siyasetên dijî Îranê digêrin, evaye ku ev welatana dixwazin derbê li rûveta navçeyî û navnetewî ya Îranê xînin û her ji ber viyaye ku ev welatana îdiaya piştevaniya Îranê ji terorîstan yan xwetêkeliya Îranê bo nav karûbarên welatên wekî Yemen û Sûriyê diken loma eşkeraye ku sercem ev welatana dixwazin wisa nîşan bidin zirûfên berevaniya Îranê û bitaybet karayiya mûşekî ya Îranê wekî gefek ji bo welatên cîhanê ye.

Eva li halekê ye ku ev welatana heta niha pê firotina çend milyard dolar çek û sîlah yên wekî bombên xoşeyî yên ingilîzî  bo welatekî destdirêjkere Erebistanê bûne sebeb ku welatên wekî Yemenê û navçê ber bi kavilbûnê biben.

Eva li halekê ye ku hema wisa ku Îranê sozên xwe gor Bercamê cih anîne, li bara rewşa welatên navçê jî bawere ku pêwîste her çi zûtirkê ewlehî û tenahî li navçê damezire.

Ser bawera Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê , ev tişta ku bûye sebeb Rûsiya, Îran û Tirkiyê li bara reşa Sûriyê dora hevdu bicivin evaye ku tu kes nikare ji piştevanîkirina ji terorîstan û reftarên fanatîk xêrê verbigre.