Çile 14, 2017 19:23 Asia/Tehran
  • Dirêjkirina dema `Rewşa Neteweyî ya Awarte` mîrata dawîn a Obama li çarçova kiryarên bi dijminatî yên dijî Îranê

Barak Obama, serokkomarê Amerîkayê, li rojên xwe dawîn ên li Koşka Sipî, li nameyekê jibo Kongereya vî welatî, dema `Rewşa Neteweyî ya Awarte` li bara Îran, Kûba, Lîbya, Zîmbave, Venezuela û Ûkraynê dirêj kir.

Li halekê ku Îran bi dû cihanîna tam a Lihevkirina Navokî ye, siyasetmedarên Amerîkayê ji komarxwazan heya demokratan bi dû dijwartirkirina rewşê jibo Îranê ne.

Dirêjkiirna dema `Rewşa Neteweyî ya Awarte` ya Amerîkayê li bara Îranê her di vê çarçoveyê da ye. Obama li nameya xwe ya jibo serokê Sênayê û serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê ragihand, qeyranên ku gef li pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn dixwarin û bûne sedema ragihandina `Rewşa Neteweyî ya Awarte` li 23`ê Çileya sala 1995`an, hîn ji nav neçûne. Cihhatina vê nameyê tê vê wateyê ku her bi vê mihaneyê wê boykotên dijî Îranê bidomin.

Siyasetmedarên Amerîkayê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî, bi her mihaneyekê hewl dane ku Îranê wekî gefekê nîşan bidin.

Amerîka li projeya çêkirina îdiayan li mijara navokî ya Îranê jî hewl da bernameya aştiyane ya navokiya Îranê, gefek jibo ewlehiyê nîşan bide lê ev pêvajo bi îmzebûna Lihevkirina Navokî hat sekinandin, li halekê ku armancên Amerîkayê qet neguherîne û tenê sênaryo û rêbazên wê hatine guhertin.

Niha ev sênaryo li çarçoveya nîgeraniya ji ber bernameya berevaniya mûşekî ya Îranê û yan jî bi çêkirina îdiaya li ser piştgiriya Îranê ji komên terorîst tê şopandin.

Ev rewşa li halekê ye ku eger em li karnameya reftarên Amerîkayê dijî Îranê li 50 salên buhurî binêrin, em ê bibînin ku Amerîka hertim gefek dijî Îranê bûye.

Amerîka di hemî van salane de, çi berî serketina Înqilaba Îslamî û çi jî piştî wê li hemberî gelê Îranê bûye û tenê demekê li mijara navokî amade bû ku gotûbêjê bike ku siyaseta boykot û gefê şikestxwerî dît, her çend ku Amerîka hewl dide ku eger bikaribe Lihevkirina Navokî jî tam binpê bike.

Ev liv û tevger jibo Îranê peyamekî taybet hene, bi wê wateyê ku dijminatiya Amerîkayê bi şikl û çarçoveyên curbicur û heta li çarçoveya şerrê nerm didomin û Amerîka wekî dijminê rastîn ê gelê Îranê hemî riyan bi kar tîne. Dijayetiya Amerîkayê bi pêşketinên zanistî yên Îranê û çêkirina tawanan dijî nizama Komara îslamiya Îranê û bi cihkirina pêgehên deryayî, bejahî û hewayî li welatên navçê û li cem sînorên Îranê û firotina çekên pêşketî bo cînarên Îranê yên Ereb li dorhêla Kendava Fars`ê û pêkanîna pirsgirêkên di warê ewlehiyê jibo Îranê, ji wan stratêjiyan e ku li destûra xebatê ya siyaseta derveyî ya Amerîkayê hatine danîn.

Dirêjkirina dema `Rewşa Neteweyî ya Awarte` li bara Îranê, vê derfetê dide Amerîkayê û hevgirtiyên wê yên li navçeyê ta ku li hember Îranê bikevin ref û rêzeka yekane û hêzeka hevgirtî pêk bînin.

Her di çarçoveya vê stratêjiyê da ye ku em liv û tevgerên hevpar ên di navbera Amerîka û Ingilistanê de li navçeya Kendava Farsê û herwiha xurtkirina leşkerî ya Îsraîlê li navçê dibînin.

Stratêjiya Amerîkayê di vî warî de zêdekirina gefên dijî Îranê ye.