Çile 18, 2020 16:49 Asia/Tehran
  • Serokê Lêkolîngeha Esmanî ya Îranê: Îranê çêkirina matorên setlaytên esmanger ji pawana Amerîkayê derxist

Serokê Lêkolîngeha Esmanî ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê zanista çêkirina matorên setlaytan ku berî vîya tenê di destê Amerîkayê de bû, bidest xist.

Hisên Semîmî Serokê Lêkolîngeha Esmanî ya Îranê bi gotina vê yekê ku zanista plankarî û çêkirina matora setlaytên esmanger a bi navê Areş`ê ji hêla pisporên îranî va hat bidestxistin, dîyar kir: Bi saya vê matorê mirov dikare setlaytan bişîne qatên jorîn ên esmîn.

Semîmî herwiha got: Matora Areş`ê yê di pêşerojeke nêzîk de jibo şandina setlayta Nahîd-2`yê bo esmîn were bikaranînê.