Tîrmeh 23, 2019 19:39 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Rawestandina niftkêşa îranî diziyeka deryayî û ser fermana Emerîkayê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Rawestandina niftkêşa hilgirê nifta Îranê dizyeka deryayî bû ku ser fermana Emerîkayê cih hat.

 Muhemed  Cewad Zerîf,wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li twîtekê ji ber wergirtina posta serokwezîrtiya Inglîzê pîrozbayî li Boris Johnson kir û got: Têhran ne li dû dijminatiyê ye lê Îranê li kendava Farsê 1500 mayl peravên xwe hene û dê wan biparêze.

 Boris Johnson, wezîrê karên derve yê berê yê Brîtanyayê roja sêşemiyê wek serokwezîrê vî welatî hat bijartin.

 Hêza deryayî ya Brîtanyayê, pênc Tîrmeha 2019`an niftkêşeka îranî li navça Cebel Tariqê rawestand bi vê mehneyê ku boykotên Yekitiya Ewrûpayê li dijî Sûriyê binpê kirine.

 Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja înê ser daxwaza Rêxistina Benderan û karûbarên gemîvaniya parêzgeha Hormizganê li başûrê Îranê  neftkêşeke Brîtanyayê li tengava Hormuzê ji ber ku qanûnên navnteweyî berçav negirtibû, ragirtin.