Kanûn 19, 2018 07:23 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Ewrûpa divê ji bo parastina Rêketinama Atomî pêngavên piratîkî rake

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê pêgirî klir ku welatên ewrûpî divê ji bo parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê pêngavên piratîkî rakin.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ebbas Iraqçî şeva buhurî di hevdîtinên cida digel Cîgirê Wezîrê Karên Derve Matî Antonin, Alîkara Sîyasî ya Wezîrê Karên Derve Ane Sîpî Raynin û Alîkarê Komîteya Karên Derve ya Parlimana Finlandê bal kişand ser girîngîya Rêketinama Atomî di warê berfirekirina hevkarî û danuistandinên digel welatan ji wan digel Finlandê da û got ku çarenûsa Rêketinama Atomî wekî destkeveteke mezin a dîplomasî û ewlehîyê, di encama vekişîna Amerîkayê ji wê pêrgî pirsgirêk û xetereke ciddî bûye.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Amerîka bi vekişîna ji Rêketinama Atomî ne tenê vê rêketinama navnetewî belkî serxwebûn û serwerîya welatan û hewildanên cîhanî yên di warê berfirenekirina çekên atomî da lawaz dike.

Iraqçî got ku piştgirîyên sîyasî yên YE`yê ji Rêketinama Atomî hêjayî qedirgirtinê ne û dîyar kir ku piştgirîya sîyasî binirx e lê têrê nake.

Rayedarên finlandî jî di vê hevdîtinê da pêgirî li ser piştgirîya tam a welatê xwe ji Rêketinama Atomî wekî destkeveteke mezin a sîyasî, dîplomatîk, çendalî û ewlehî kirin û ragihandin: Hêlsînkî ji bo berfirekirina hevkarîyên digel Îranê micidd e.