Cotmeh 19, 2017 14:08 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina  Îran û Sûriyê ser xurtkirina hevkariyên  eskerî

Serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî, serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û general Fehd Casim El-Ferîc wezîrê berevaniyê yê Sûriyê roja çarşemiyê li Şamê hevdîtin pêk anî û ser xurtkirina hevkariyên eskerî yên du welatan teqez kirin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, serokê erkantiya giştî ya  hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û wezîrê berevaniyê yê Sûriyê li vê hevdîtinê xêncî hilkolandina  meselên eskerî, ewlehî û stratejîk ên navçê ser pêwîstiya dewama hevkariyên  du welatan jibo rawestana li ber terorîzm û tundiyê teqez kirin.

 Her wiha  serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî û general Fehd Casim El-Ferîc, nihêrînên  cidatîxwaziyê li navçê weke komploya nû ya dijminên  cîhana Îslamê dan zanîn û her cure kiryara  li dijî yekitî û hakimiyeta neteweyî ya welatên navçê bi taybet Iraq û Sûriyê şermezar kirin.

 Serokê erkantiya  giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja sêşemiyê bi taximeke eskerî re gihêşt  Şama paytexta  Sûriyê.