Sibat 27, 2017 15:41 Asia/Tehran
  • Ceribandina serkevtî ya mûşeka herî nû ya Kurûz a deryayî ya Îranê

Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Mûşeka herî nû ya Kurûz a deryayî ya Îranê ya bi navê Nesir li meşqa hêza deryayî ya artêşa Komara islamî ya Îranê bi awayekî serkevtî hat ceribandinê.

Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê îro got: Li manovra mezin a hêza deryayî ya artêşê ku niha li ser navê Wilayet-95 li avên başûra welêt tê lidarxistinê, mûşeka herî nû ya ya Kurûz a Îranê ya bi navê Nesir hat avêtinê û bi awayekî serkevtî li armancê ket.

Tetbîqata hêza deryayî ya ya artêşa Îranê ser navê Wilayet-95 yekşemê serê sibê li Tengava Hurmizê, deryaya Umanê, bakûra oqyanûsa Hindê û Tengava Bab ul Mendebê destpê bû.

Li gorî gotina emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê, armanca lidarxistina vê manovrê, parastina sînorên deryayî, dabînkirina ewlehîyê li deverê, têkoşîna li hemberî dizên deryayî û têrorîsmê û şandina peyama dostî û aştîyê jibo welatên navçê ye.