Çile 21, 2017 10:47 Asia/Tehran
  • Peyama Hevxemiya Zerîf digel ziyandîtiyên Karesata Hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê

Wezîrê karên derve yê Îranê li peyamekê hevxemiya xwe digel ziyandîtiyên Karesata Hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê daye diyarkirin.

Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li peyama sersaxiya xwe destnîşan kir;  lRûdawa xemgîn û diltezîn a agirpêketin û ketina Avahiya Plaskoya (Plasco) Têhranê û candana hin kesên ku karê wan temirandina êgir bûye, xemekî giran li ser dilê xelkê Îranê danî.

Zerîf li peyama xwe bilî hevderdiya tev malbatên qurbanî û ziyandîtiyên vê rûdawa diltezîn, ji bo van malbatan û hevkarên wan û xelkê Îranê daxwaza sebr û hedariyê kir.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana ``Cumhuriya Îslamî`` ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û bgelek kes jî irîndar bûn.

Li dû buyera hilweşyana avahiya Plaskoyê li Têhranê û gorîbûna hejmarek ji erkdarên agirvemirandinê, taxima dewleta Îranê bi daxûyaniyekê sibê weke roja tazîdariya giştî ragihand.

Li gorî gotian Celal Melikî berdevkê Rêxistian  vemirandina êgir û xizmetên  hêminiyê yên  şaredariya Têharnê, ji ber giranbûna  awara avahiya kavilbûyî ya Plaskoyê, û agirê veşartî û tîna zêde ya wê,  zindî mayîna  kesên  astengbûyî pir muhtemel nayê xûyanê.

Celal Melikî  ragihand: Çarenivîsa nêzîkî 20 kes ji pisporên vemirandina êgir ku jibo rizagarkirina canê xelkê çûbûn nav avahiya Plaskoyê, nediyar e.