Cotmeh 26, 2020 04:18 Asia/Tehran
  • Lalîgaya Spanyayê; Madrîdê Barsa parçe kir

Ji pêşbirkên balkêş ên vê hefteyê ên Lalîgayê, pêşbirka Barselona û Real Madrîdê hat lidarxistin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di derbiya ku dinya her li bendê ye de Barselonayê li mala xwe bi 1-3 li ber Real Madrîdê serî xwar kir.

Madrîd di deqîqeya 5'an de bi 'Valverde' bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 8'an de Barselonayê bi 'Fati' bersiv da û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.

Madrîdê di deqîqeya 63'yan ji penaltiyê bi 'Ramos' encam bir 2-1'ê û di deqîqeya 90'î de 'Modric' gotina dawî got: 1-3.

Bi vê encamê Real Madrîdê puenên xwe derxistin 13'yan û di encama hefteya 6'an de bi pêşbirkek zêde bû yekemîn.

 

 

Serepeyv