Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Mêran a Îranê bo cara heftan bû qaremanê cîhanê
Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Mêran a Îranê bi encama 3-0ê ji tîma Bosnî û Hêîrzguvînê bir û bo cara heftan bû qaremanê cîhanê.
Roja Yekşemiyê û di dawîn roja Pêşbirkên Cîhanî yên Walîbala Rûniştkî li Holandayê, endamên Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Mêran a Îranê li pêşbirka dawiyê bi encamên 25-18, 25 û 25-20ê li hemberî tîma Bosnî û Hêrzguvînê bi ser ketin.
Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Mêran a Îranê roja bihurî bi têkdana Okraynê û hilkişiyana bo pêşbirka dawiyê ya van rikeberiyan, pişk û para xwe ya beşdariya li Olempîka Tokyo 2020ê bi desty xistibû.
Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Jinan a Îranê jî li van pêşbirkan di cîgeha nehem a cîhanê da cih girt.
Tîma Neteweyî ya Walîbala Rûniştkî ya Mêran a Îranê beriya viya jî di salên 1984, 1986, 1990, 1994 û 1998 û 2010an pileya qaremaniyê bi dest xistibû.
Dora hevdehem a pêşbirkêîn cîhanî yên 2018an a Walîbala Rûniştkî ji roja 15 heta 23ê Tîrmehî li Holandayê hat lidarxistin.