Têkwandoya qehremaniya Asiyayê-Viyêtnam: Mercan Selehşûrî medala zîvê bi dest xist
Endama tîma jinan a Pomsêya Îranê li roja yekî ya pêşbirkên qehremaniya Asiyay karî ku medala zîvê ya van pêşbirkan bi dest bixe.
Pêncemîn dewra pêşbirkên Pomsê ya qehremaniya Asiyayê vê sibê bi beşdariya 309 pomsêya rojê ji 33 welatên cîhanê bi mazûvaniya Viyêtnamê li hola Potova ya bajarê Hoşmînê destpê bû ku tîma şandî ya Îranê li beşa jinan yekim medala xwe bi dest xist.
Li dawiya pêşbirkên beşa takekesî ya 18- 30 salan a jinan, Mercan Selehşûrî karî ku bi 8.30 puenan derkeve pila dudiyan.
Nunera Koreya başûrî bi 8.45 puenan medala zêrê wergirt û nûnera Çînê jî bi 8.26 puenan derkt pila sisyan.
Îro her wiha pêşbirkên paratekwandoyê jî destpê bûn ku Muhemed Riza Şebanî û Mehdî Pûrrehnima li hevrika xwe bir û derbasî qonaxa berî faynalê bû.
Pêşbirkên têkwandoya qehremaniya Asiyayê bi beşdariya 698 tekwandokaran ji seranserê parezemîna kevnare bo mideha 5 rojan û li beşên Pomsê û paratekwando bi mazûvaniya Vetînanê bikeve rojevê.