Îlon 19, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Vegeryana tîma neteweyî ya kevandaran a kêmendamên Îranê ji pêşbirkên cîhanî

Tîma neteweyî ya tîravêtina bi kevanê ya kêmendamên Îranê, pileya sêyemî ya cîhanî bi dest xist îro vegerya welêt.

Li gorî rapora IRIB News`ê, pêşbirkên qaremaniya cîhanê ya tîravêtina bi kevanê ya kêmendaman bi beşdariya 245 kevandaran ji 40 welatên cîhanê, 22 heya 26`ê meha Şehrîvera sala 1396`an a koça tavî, hate lidarxistin.

Tîma Îranê bi bidestxistina mêdala (Tekkesî ya Rîkroyê û tîmî ya Kampond a jinan), 2 mêdalên zîv (tîmî ya Kampondê ya mêran û Mîks Kmpond) û mêdaleka tûnc (Mîks Rîkroyê) karî piştî Çîn û Rûsyê pileya sêyemîn a pêşbirkan bi dest bixe û îro vegerya Îranê.