Îlon 16, 2017 16:51 Asia/Tehran
  • Parêzgeha Kurdistanê qaremana pêşbirkên werzişên zorxaneyî yên Îranê

Tîma werzişên zorxaneyî, hunerên şexsî û gulşeta pehlevanî ya parêzgeha Kurdistanê li dawîya pêşbirkên qaremanîya mezinên wleêt li Islamabada Rojava bû qaremana pêşbirkan û li rêza yekem cî girt.

Li gorî rapora nûçegihanê radyo û televîzyona parêzgeha Kurdistanê, pêşbirkên werzişên zorxaneyî, hunerên şexsî û gulşeta pehlevanî şeva buhurî bi qaremanîya tîma parêzgeha Kuridstanê bi dawî hatin.

Rêvebirê giştî yê dayra werziş û ciwanên parêzgeha Kurdistanê, Hamid Cûlayî di vî warî de got: Ev pêşbirkana bi pişkdarîya tîmên 16 parêzgehên welêt ji 13 heta 16`ê Îlonê wek bibîranîna serdarên şehîd Daryûş Rîzwendî û Mehmûd Şehbazî li bajarê Islamabada Rojava hatin lidarxistin.

Cûlayî herwiha got: Li pişka pêşbirkên tîmî yên zorxaneyî çiqa 31 heta 40 salî, tîma parêzgeha Kurdistanê li rêza yekem cî girt, tîma Isfehanê li rêza duyem û tîmên Kirmanşan û Farsê jî bi awayekî hevpar li rêza sêyem cî girtin.

Li dawîyê tîma parêzgeha Kurdistanê bi 292 poenan li rêza yekem cî girt, Isfehan bi 223 poenan bû duyem û tîma Kirmanşanê jî bi 199 poenan li rêza sêyem cî girt.