Kanûn 01, 2020 16:50 Asia/Tehran
  • Bi dehan kes bi tawana têkiliya digel cemaeta Gulen li Tirkiyê hatin girtin

82 hêzên artêşa Tirkiyê bi tawana têkiliya digel Koma Gulen hatin girtin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Dozgeriya parêzgeha Izmîra Tirkiyê ragihand ku 63 kes ji artêşa vî welatî têkildarî têkiliya bi Koma Gulen ra hatine girtin û hewildana jibo girtina yên mayî hema wisa didome.

Li gorî ragihandina Dozgeriya Izmîrê, heta niha 848 kes ji kedkarên artêşa Tirkiyê bi tawana têkiliya digel Koma Gulen ji artêşê hatine derxistin ku di nava wan da hin efserên payebilind jî hene.

Li gorî nûçeyeka din, li gorî destûra rayedarên dadweriyê yên Stenbolê jibo girtina 68 kes ji alîgirên Gulen, roja Sêşemiyê Polîsê Tirkiyê jî  li 23 parêzgehan 41 kes ji wan girtin.

Di vê operasiyonê da 59 kes ji van kesan, xwendekarên berê yên navendên leşkerî ne.

Serepeyv