Cotmeh 16, 2020 09:36 Asia/Tehran
  • Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne

Stenboliyan bal kişand ser zemên tên kirin û fatûreyên ji ber zeman zêde bûne û gotin, ji zexîre heya tenduristiyê, ji perwerdehiyê heya hêwirandinê ji her tiştî kêm kirine lê cardin jî nikarin debara xwe bikin.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Yek ji bajarên ku herî zêde bandor ji krîza aborî girtiye jî Stenbol e. Stenboliyan, destnîşan kir ku ji ber heqê kirê, ceryan, gaza xwezayî û avê û mesrefên metbaxê tu tişt di dest wan de namîne. 

REWŞA TEKSTÎLÊ 

Ahmet Çinar ê 54 salî ku tekstîla wî heye, anî ziman ku hema bibêje bazirganî nemaye. Çinar, diyar kir ku bazara tekstîlê serobino bûye û got, AKP ji bo pirsgirêkan xwe li nedîtinê datîne. Çinar got: "Hikûmet tim bi înşeat û piran re eleqedar dibe. Lê esnaf nikarin li ser pêyan bisekinin. Divê bala xwe bidin ser rewşa tekstîlê jî. Her wiha krîza aborî bandorê li etvahiya jiyanê dike. Em bibêjin meaşê karkerekî 2 hezar û 500 lîre ye û heqê kirêya herî erzan jî hezar 200 lîre ye. Fatûreya herî kêm 200 lîre tê. Wê ev mirov çawa debara xwe bikin, wê çi bixwin û çi vexwin. Wê çawa debara zarokên xwe bikin. Yanî krîza aborî bandoreke pir nebaş li jiyanê dike." 

‘SEDEMA KRÎZÊ AKP YE' 

Çinar, diyar kir ku sedema krîzê ji ber polîtîkayên navxweyî û derveyî yên AKP'ê ye û got: "Sedema krîzê polîtîkayên îqtidarê ne. Polîtîkaya wan li ser şêr e. Ev polîtîka bi kêrî kesî nayê. Tu û tu kesî ne li hev in. Bi muxalefetê, bi karkeran, bi gel re şer dikin. Mafên mirovan naparêzin. Ev yek bi kêrî kesî nayê. Hema bibêje em û tu welatî bi hev re xeber nadin. Her kes ji me xeyidiye. Em bi her kesî re şer dikin. Li Sûriye, Lîbya, li Komara Azerbêcanê û li kû derê şereke hebe yên me li pêş in. Di nava her aloziyê de hene. Di her aloziyê de tiliya wan heye. Di warê bazirganiyê de têkiliyeke me ya baş bi Iraqê re hebû. Lê niha nemaye. 3 sal in bazirganiya bi Îranê re tuneye. Û ji welatên din jî kes naxwaze were." 

‘EM JI HER TIŞTÎ KÊM DIKIN CARDIN JÎ...' 

Karkerê tekstîlê Yûsûf Topal jî anî ziman ku krîza aborî piştî şewba Covîd-19'ê girantir bûye. Topal, bilêv kir ku vê yekê bandor li wî û karkerên din jî kiriye û salek e meaşê wan nayê zêdekirin. Topal, destnîşan kir ku çi dike nake jî nikare debara malbata xwe bike û got: "Em ji her tiştî kêm dikin. Pêdiviya me bi hin tiştan çêdibe, lê cardin jî meaşê me têrê nake. Em bi nas û dostan deyn dikin, bi vî awayî debara xwe dikin. Meaş têra me nake. Her roj eşya û tiştên din biha dibin. Fiyetê goşt, penêr, zexîre her roj biha dibin. Lê meaşê me zêde nabe. Hîn em heqê fatûreyên ceryan, avê, gaza xwezayî û mesrefên metbaxê nadin te dît meha din hat." 

Asiye Baş a 69 salî jî destnîşan kir ku her diçe rewş xirabtir dibe û got: "Heqê kirêyan pir zêde ye, li bazaran tiştek nayê kirîn. Em ji her tiştî kêm dikin. Berî em ji bo alvêrê (kirrîn û firotin) derkevin em hesabê xwe dikin. Heger em nekin em ê perîşan bibin." 

Xwediyê telstîlê Metîn Akşahîn jî got: "Krîzê bandor li me jî kir. Bixwe ez nîvî nîvî heliyame. Hecma min a par em bibêjin 500 hezar bû, lê belê niha bûye 250 hezar. Kêmasiyên hikûmetê hene. Ev du sal in guh nade bazara hundirîn. Ên tahde dibînin jî ên bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Ma wê 2 hezar û 500 TL têra çi bike. Lewma divê ev mesele rojek berî rojekê bê helkirin." 

‘ROJA MEAŞ DIGIRIM; WÊ ROJÊ JÎ DIQEDE' 

Halîl Îbrahîm Camci yê 61 salî jî anî ziman ku piştî teqawid bûye li şîrketeke taybet dest bi notirvaniyê kiriye û got, çawa meaşê xwe distîne di eynê rojê de jî diqede. Camci, anî ziman ku meaşê wî yê teqawidbûyînê 2 hezar û 500 TL ye û ji ber nikare debara xwe pê bike dixebite. Camci, got: "Ez ji mecbûrî dixebitim. Heqê kirêya min hezar û 500 TL ye. Tu fatûreyên ceryan, av û gaza xwezayî û mesrefê metbaxê jê derdixî te dît tiştek nemaye. Niha zivistan tê. Em ê bêtir zehmtiyê bikişînin." 

 

 

 

Serepeyv