Tebax 10, 2020 18:21 Asia/Tehran
  •  Hespên li zozanên Dêrsimê diçêrin dîmenên xweş derdixin holê

Li Ovacika navçeya Dêrsimê (Tunceliyê) koçerên diçin zozanên li quntara Çiyayên Munzurê hespên xwe berdidin xwezayê ku dîmenên rengîn derdikevin holê.

 Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê,  Li Ovacika navçeya Tunceliyê koçerên diçin zozanên li quntara Çiyayên Munzurê hespên xwe berdidin xwezayê ku dîmenên rengîn derdikevin holê.

Navçeya Ovacikê ya Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Şirşernegên Çilmerdîwanî û Çemê Heramiyê lê ne bi dewlemendiya florayê, cureyên endemîk, xweza û jiyana kovî va balê dikişîne.

Zozanê Kepirê ya li Çiyayê Munzurê jî havînê ji koçer û bi hezaran heywanan ra mazuwaniyê dike.

Koçerên ji bo barkişandinê hespê xwe dibin zozanan dema wan berdidin hêşînahiyê dîmenên xweş derdikevin holê.

Hespên diçêrin, devê çem û golan dibezin bala wênekêşan dikşînin.

Xwezahez û wênekêş dîmenên hespan dikşînin û eleqeyê nîşanî wan didin.

 

 

Serepeyv