May 23, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • 'Bîrnebûn'a 77'an ku li ser kurdên Anatoliyê weşanê dike derket

Kovara Bîrnebûn ku sê mehan carek dirdikeve bi hejmara xwe ya 77'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Li gorî nivîsa malpera Diyarnameyê, Kovaar Bîrnebûnê li ser kurdên Anatoliyê weşanê dike. Ev zêdetirî 20 salan de dertê û niha hejmara xwe ya 77'an pêşkêş kirine. Kovara ku bi piştgiriya "Weqfa Kurdên Anatolîya Navîn" li Swêdê û "Komela Ziman li Almanyayê" dertê dikare ji ser malpera wan re wekî PDF bê daxistin û xwendin.

Ji vê hejmarê de Haci Erdogan li ser rewşenbîrê kurd Riza Baran ku kurtedemek berê wefat kir nivîsiye "Riza Baran, jîyaneka bi rûmet ji Anatolîya Navîn heta Almanyayê".

Edîtorê kovarê Alî Çîftçî bi ser navê "Keçika pêncsalî li ber qijeqija tavê bi zincîrê hatibû girêdan" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Di kovarê de ji klam, çîrok û nivîsên cur bi cur gelek tişt hatine weşandin. Mem Xelîkan, Gurdo, Îhsan Turkmen, Adem Ozgur, Nuh Ateş, Fatos Koyuncuer-Brunner, Mehtab Îdelî, S. Erdem, Mûlla Evîndar, Dr. Ekrem Onen, Abdulbaki Xalîsînan, Ecevit Yilrinil, Nuh Ateş, Hizir Akbîna bi nivîs û wergerên xwe di vê hejmarê de cih girtine. Her wiha ji aliyê helbestan ve jî helbestênSeyfi Dogan, Xizan Şîlan, Servet Xelîkanî, Xalit Temlî, Mem Xelîkan, Mîr Remê Hêlkecik hatine weşandin.