Osman Baydemîr: Eger ez vegerim Tirkiyê, ezê 105 salan bêm hewsîkirin
Siyasetvanê kurdê ê Tirkiyê ragahnd ku kurd di her demê de amadeyî danûstandin û çareseriya aşityane ye, niha rewşa siyasî ya Kurdistana Tirkiyê xirab e û li ber wê ew nikare beşdarê kongira HDP bibe. Ji ber ku ger ew vegere dê 105 salan bê hewsîkirin.
Osman Baydemîr, siyasetvanê kurdê ê Tirkiyê û serokê berê yê şaredariya Amedê li Kurdistana Tirkiyê seredana parlemana Herêma Kurdistanê kir û di gel serokên parlemanê û fraksiyonên din civiya.
Hêmin Hewramî, cîgirê serokê parlemana Kurdistanê li kongreyeka rojnamevaniyê de tev Osman Baydemîr ragahnd: Em ji ber seredana Osman Baydemîr bo parlemana Kurdistanê kêfxweş bûn. Li parlemanê em hest dikin ku siyasetvan Osman Baydemîr bona aşitî û pêkvejiyana gelan û dêmokrasiyê li navçê xebat û têkoşîn kiriye. Me eva jî eşkere kir ku parleman nûnertiya hemî pêkhateyan dike.
Wî her wiha amaje kir ku Ew li parlemana Herêma kurdistanê di gel çareseriya aşitiyane ya pirsa kurd in li Tirkiyê bona pêkvejiyan û berjewendiya havbeş û rêzgirtin û ser bingeha cîranetiya baş bo gelên din ên navçê.
Osman Baydemîr jî ragihand ku îro ji bo min rojeka mêjûyî ye û weke rûmeteka mezin e ku li parlemana Kurdistanê û tev nûnerên hemî aliyan civiyame û eva berjewendî û derfeteka giring e.