Tirkîye derxistina têrorîstên DAIŞ`î didomîne
Çile 18, 2020 17:47 Asia/Tehran
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku ji dawîya sala 2019`ê ve heta nika 179 endamên bîyanî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji vî welatî hatine derxistinê.
Ligorî daxûyanîya Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê duh Înîyê jî 4 endamên almanî yên DAIŞ`ê bo wî welatî hatin zivirandin.
Berî vîya jî Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê gotibû ku çendsid girtîyên DAIŞ`î yên bîyanî li Tirkîyê ne ku heke welatên wan mafê welatîbûna wan ibtal kiribin jî, dê bên radestkirin û zivirandinê.
Çavkanîyên Tirk dibêjin ku 1172 girtîyên DAIŞ`î ji 40 welatên cîhanê li Tirkîyê ne ku 422 kes ji wan xelkê Tirkîyê ne û 750 kes jî welatîyên Amerîka, Ingilîs, Fransa, Alman, Beljîk, Swîs, Swêd, Erebistan, Misr, Kanada û Urdinê ne.