Temelli: Bi hilbijartina pêşwext jiyana siyasî ya AKPê yê bidawî bibe
Sezai Temelli Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand Tirkiye bi hilbijartinên 31ê Adarê û 23ê Hezîranê ketiye atmosfera hilbijartina pêşwext û jiyana siyasî ya AKPê dê bi hilbijartina pêşwext bidawî dibe.
HDPê, 20ê Mijdarê li Enqereya paytexta Tirkiyê banga hilbijartina pêşwext kiribû.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli jî dibêje, Tirkiye bi hilbijartinên 31ê Adarê û 23ê Hezîranê ketiye atmosfera hilbijartina pêşwext.
Sezai Temelli ragihand ku bi desthilata AKPê li Tirkiyê krîza “birêvenebirinê” çêbûye û ji bo ev krîz jî were veşartin siyaseta pevçûnê û danîna qeyûman xistine dewrê û got: “Jiyana siyasî ya AKPê dê bi hilbijartina pêşwext bidawî bibe.”
Temelli herwiha da zanîn ku wek HDPê di mijara hilbijartina pêşwext û Tifaqa Demokrasiyê de bo danîna nexşerêyekê amadekariyên wan hene û got, tifaq dê ji bingehê va xwe rêk bixe.