Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê digel Sêkrêtirê Giştî yê NY li ser mijara Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308487-hevdîtina_wezîrê_karên_derve_yê_tirkiyê_digel_sêkrêtirê_giştî_yê_ny_li_ser_mijara_sûriyê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoxlû ku bi mebesta beşdariya di 74emîn civîna Civata Giştî ya NY li Niyoyorkê çûye Amerîkayê, li kêleka vê civînê digel Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY ra hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2019 13:14 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê digel Sêkrêtirê Giştî yê NY li ser mijara Sûriyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoxlû ku bi mebesta beşdariya di 74emîn civîna Civata Giştî ya NY li Niyoyorkê çûye Amerîkayê, li kêleka vê civînê digel Antoniyo Gotrêş, Sêkrêtirê giştî yê NY ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê piştî vê hevdîtinê ku li ser mijara qeyrana Sûriyê pêk hatibû, tevî sûdmendzanîna wê ji nûçegihanan ra got: Kiryarên jibo nasandina endamên Komîteya amadekirina Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê didomin û di vî warî da Giyêr Pêdêrson nûnerê taybet ê NY li Sûriyê roja Duşemiyê dê biçe Şamê û wê digel rayedarên dewleta navendî ya Sûriyê ra hevdîtin pêk anî.

Piştî vê hevdîtinê dê dema deqîq a nasandina endamên Komîteyê were ragihandin.