Sibat 12, 2019 18:03 Asia/Tehran
  • Di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê de pevçûn derket

Rayedarekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand u di navbera hêzên PKK`ê û leşkerên Tirkiyê li navçeya Biradostê ya parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê de pevçûneka giran qewimiye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Mela Kerîm Biradostî, li hevpeyvîna bi Malpera Nûçeyan a SNN`ê re ragihand ku roja îniyê pevçûneka giran di navbera hêzên PKK`ê û leşkerên Tirkiyê de ku li çiyayê Çiyadîlê li navça Biradostê yê parêzgeha Hewlêrê bicih bûne qewimiye.

Wî herwiha got ku di encama vê pevçûnê de, hêzên PKK`ê pêgehên leşkerên Tirkiyê yên li navçê kirine hedef û di encamê de di navbera her du aliyan de pevçûneka giran bi bikaranîna çekên giran qewimiye ku mideha saetekê berdewam bû.

Wî herwiha got ku heya niha tu agahiyek ji xisar û kuştiyên muhtemel ên her du aliyan bi dest neketiye.

Ji aliyê din ve mêdyayên ser bi PKK`ê ji wan Roj News`ê ragihandin ku hejmarek ji leşkerên Tirkiyê di encama vê êrişê de hatine kuştin yan jî birîndar bûne ku hejmara wan a deqîq nediyar e.