Şandina 6 hezar hêzên eskerî yên Tirkiyê bo Idliba Sûriyê
Çavkaniyên Tirkiyê li bara şandina 6 hezar hêzên eskerî yên Tirkiyê bo parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê agahî dane.
Li gorî rapora IRIB Newsê, riojnama Tirkiyê çapa Stembolê roja yekşemiyê nivîs: 6 hezar hêzên eskerî yên Tirkiyê li gor hevhatina ku li civîna vê dawiyê ya Astanê li Qezaqistanê cih hat, jibo operasyonê tên şandin bo Idlibê. Li gorê vê raporê diqewime li çarçovea hevhatina ku li civîna Astanê cih hatiye hefteya dudiyan a Cotmehê, operasyona eskerî jibo paqijkirina Idlibê ji lepê terorîstan û avakirina navçên kêmkêşe li vê navçê destpê bibe.
Hêzên artêşa Tirkiyê dê ev operasyona eskerî bi piştgiriya hewayî ya Rûsiyê cih bînin.
Nunerên Rûsiyê, Îran û Tirkiyê vê dawiyê li şeşem civîna xwe li bajarê Astana paytexta Qezaqistanê li bara qeyrana Sûriyê li daxûyaniya hevpar ser dewama hewldanên jibo qeyrana Sûriyê sekinîn.
Nunerên Rûsiyê, Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê her wiha li vê daxûyaniyê ser navçên kêmkêşe li Sûriyê li hev kirin û biryar hat dayînê ku ev sê welat hêzan jibo kontrolkirina navçên bêkêşe bişînin parêzgeha Idlibê.
Parêzgeha Idliba Sûriyê niha di kontrola neyarên çekdar ên dewleta Sûriyê ye û serkirdetiya wê koma terorîstî ya bereya El-Nusre dike.