Kanûn 06, 2016 19:38 Asia/Tehran
  • Yildirim: Tirkiye wê bi hevkariya Rûsyê hêzgeha atomî ava bike

Bînalî Yildirim, serokwezîrê Tirkiyê, li civîna hevpar a çapemeniyê tev serokwezîrê Rûsyê ragihand, plana avakirina hêzgeha navokî ya Aq Qûyûyê li Tirkiyê, wê bi hevkariya Rûsiyê, dest pê bibe.

Malpera rojnama Sabah`ê nivîsî, Yildirim li civîna hevpar a çapemeniyê tev Dîmîtrî Mêdvêdev, serokwezîrê Rûsiyê, got: Wê sermayedanîn jibo avakirina hêzgeha atomî ya Aq Qûyûyê, bi vê zûtirkê dest pê bibe û armanca me kemilandina avakirina herî kêm faza yekemîn a vê hêzgeha atomî heya savgera sedan a damezirîna Komara Tirkiyê ya li sala 2023`an e.

Yildirim got: Me wisan biryar dabû ku em asta bazirganiya di navbera du welatan de bigihînin sed mîlyard dolarî di sala 2010`an de lê ew armanca serê xwe negirt. Niha jibo serêxwegirtina vê armancê, hin biryarên girîng hatine dayîn.

Serokwezîrê Rûsiyê jî got: Me cihanîna plana veguhestina gazê ya Ceryan Turk`ê dest pê kiriye û her du alî bi biryar in ku vê planê cih bînin û wê li ser gihandina vê xeta boriyê bo Ewrûpayê jî, gotûbêj were kirin. Ev xeta boriyê, rikeberek jibo xetên din nîne û wê ewlehiya enerjiya bi karhînerên ewrûpî yên gazê dabîn bike.