Kanûn 14, 2018 17:17 Asia/Tehran
  • Li teqîna li Efrînê bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê li parêzgeha Helebê ya Sûriyê li ser rêya Racoyê motorsîkleteke bombekirî teqîya ku di encamê de herîkêm 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, ev teqîn dawiya şeva pêncşemiyê li Kolana Racoyê li navenda bajarê Efrînê qewimî.

Li gorî zanyariyên destpêkê, teqîn li ser rêya Racoyê li hember nanpêjxaneya Ebû Îmad qewimî û di encama teqînê de, ziyanên madî hebûn. Herwiha li gor çavkaniyên xwecihî, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Efrîn di destê endamên terorîstên ser bi Tirkiyê da ye û di mideha 24 saetên buhurî de 5 teqîn têde qewimîne.

Ji hêla din ve Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîne li ser bajarê Hecînê li rojhilatê Dêrezorê û li ser hin pişkên gundên Elbuxatir û Ebulhesenê li vê navçeyê de serdest bibin. Şer û pevçûn li gundewarên Dêrazorê berdewam in û rêxistinek mafê mirovan dibêje, ji 10 Îlon a îsal ve û heta niha zêdetirî 800 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û 450 şervanên HSDê jî, canê xwe ji dest dan e.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye, ku şer û pevçûnên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAÎŞê li rojhilatê Firatê berdewam dike û di şerê îro de 14 çekdarên wê rêxistinê li bajarokê Hecîn hatine kuştin û 5 şervanên HSDê jî, canê xwe ji dest dan e. Rewangehê diyar jî kir, ji 10ê Îlon a îsal û heta niha 807 çekdarên DAÎŞê li rojhelatê Firatê hatine kuştin û 469 şervanên HSDê jî canê xwe ji dest dan e. Herweha ji ber bombebarana firokeyên Hevpeymanan 307 welatiyên sivîl jî hatine kuştin.

Mezlûm Kobanî, fermandê Hêzên Kurd ên Demokratîk ên Sûriyê  jî sibeha îro îniyê Tirkiyê hişyar kir û got: Eger ku Tirkiye êrişî bakûrê rojhilata Sûriyê bike, wê rastî berteka  tund a Hêzên Demokratîk re were.

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, roja çarşemiyê gotibû: Operasyona Rojhilata Firatê ku di bin destê kurdên bakûrê rojhilata Sûriyê ye, wê rojên bê destpê bibe.

Piştî wê Necdet Ûnzûr, alîkarê serokê Parlimana Sûriyê, ragihand: Ketina leşkerên Tirkiyê nav axa Sûriyê wekî êrişa ser dewlet û gelê Sûriyê û binpêkirina manîfêsta Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) û qanûnên navnetewî ye.

Artêşa Tirkiyê di du salên buhurî de bi 2 operasyonên Mertala Firatê û Çiqila Zeytûnê, bi armanca şerrê dijî Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), endamên Partya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD), çar hezar kîlometre ji axa Sûriyê û bajarên El Bab, Ezaz, Cerablos û Efrînê li bakûrê vî welatî dagîr kirine.

Dewleta Sûriyê bi caran dewleta Tirkiyê bona ku êrişî ser navçeya Efrînê û navçeyên din ên li bakûrê Sûriyê kirye, dagîrker daye zanîn û xwestiye ku artêşa Tirkiyê ji axa Sûriyê derkeve.