Tîrmeh 21, 2018 18:33 Asia/Tehran
  • Li Efrînê jinan dest bi xwenîşandanê kirin

Sibeya îro 21`ê Tîrmehê bi dehan jinên kurd derketin kolanên bajarokê Cindirêsê yê girêdayî devera Efrînê li bakura Sûrîyê û daxwaza serbestberdana girtiyan kirin.

Çavkanîyên xwecî ragihandin ku bi dehan jin ji xizm û kesên girtiyan berê xwe dan pêşiya dadgeha leşkerî ya têrorîstên ser bi Tirkiyê ve, û daxwwaza azadkirina heşt girtiyên ku wan du rojan berî niha girtine kirin. Jinên nerazî herwiha hewildanên girtina xortan û niştecihên herêmê  şermezar kirin.

Têrorîstên ser bi Enqerê 2 rojan berî niha 11 welatiyên kurd ên Cindirêsê girtibûn, piştî işkenceya giran 3 ji wan berdabûn lê 8 girtî hela jî di zîndana dadgeha leşkerî de ne.

Pêr li taxa Jêr a Cindirêsê têrorîstên Feyleq el-Şamê dor li  malên Kurdan û hejmarek ji welatiyan girtin, xelk işkence kirin, sivikatî bi jin û zarokan kirin û malên wan talan kirin.