Bajarê Bûkemalê li Sûriyê tam hat rizgarkirin
Odeya operasyonê ya hevpeymanên artêşa Sûriyê raghandin ku bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê, li rojhilata vî welatî û nêzîkî sînorê Iraqê tam hatiye rizgarkirin.
Li gorî raora IRIB News`ê, odeya operasyonê ya hevpeymanên artêşa Sûriyê raghand ku roja yekşemiyê bi azadkirina tam a bajarê Bûkemalê ji bin lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, operasyona pûçkirina bombeyên ku endamên DAIŞê li Bûkemalê bi cih kirine li halê cih hatine ye.
Pêştir hatibû ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê, kontrola sedî 80 ê bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrzorê girtin destê xwe.
Pêştir hêzên artêşa Sûriyê û hevpeyanên bajarê Bûkemalê ji lepên DAIŞ`ê azad kiribûn. lê endamên DAIŞ`ê bi piştgiriya alîgirên xwe ji wan Emerîkayê cardin kontrola bajarê Bûkemalê bi dest xistin.
Piştî azadkirina bajarê Bûkemalê, artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê serketineke mezin bi dest xistine û karîne DAIŞê ji dawîn navenda wê li Sûriyê derxînin.
Bajarê sînorî yê Bûkemalê li parêgeha Dêarzorê, 120 hezar kes gelheya wê heye ku nêzîkî sê salan di kotrola trorîstên DAIşê de bû.
Hevgav wêneyên hatî weşandin ji erknatiya propagendeya şêr a artêşa Sûriyê nîşana teslîmbûna hejmarek ji endamên DAIŞê li bakurê bajarê Dêrazorê ye.
Endamên DAIŞê çekên xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê yên ji mêhwera berxwedanê li navça ``Hewîca Qatê`` li bakurê bajarê Dêrazorê kirin.