Cotmeh 13, 2017 12:03 Asia/Tehran
  • Rûsîye: Niha ji sedî 92`yê axa Sûrîyê ji lepên DAIŞ`ê hatîye azadkirin

Rojnama Zoyzda ser bi wezareta berevanîya Rûsîyê ragihand, ji sedî 92`yê axa Sûrîyê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatîye azadkirin.

Ajansa nûçan a Sputnikê ragihand ku li gorî amara rojnama Zoyzdayê ku ser bi wezareta berevanîya Ûrsêtê ye, balafirên cengê yên Rûsîyê mideha hefteyekê de 517 carî rabûne esmanê Sûrîyê û karîne zêde ji hezar û 260 navendên ser bi komên têrorîst li vî welatî têk bibin.

Wezareta berevanîyê ya Ûrsêtê di 22`yê Îlonê de jî ragihandibû ku ji sedî 87.4`ê axa Sûrîyê ji lepên DAIŞ`ê hatîye azadkirin.