Mijdar 28, 2020 18:18 Asia/Tehran
  • Amerîkayê li Kendava Farsê komkeştiya balafiran belav kir

Waşîngotin dibêje: komkeştiya balafiran li Kendava Farsê bi cih kir, da ku berisva gefan di dema vekişandina hêzên xwe ji Iraqê û Efxanistanê de, bide.

Berdevka komkeştiya  pêncemîn ên Hêzên Deryaya Amerîkayê ya li Behrenê Rebecca Rebaric bi daxuyaniyekê ji Reutersê re diyar kir ku roja Çarşema derbasbûyî, piştî komkeştiya balafiran hate bicihkirin, ji bo vegera koma Greva Carrier tu  pirsgirêk neman.

Vê heftiyê beriya terokirina mezintirîn zanyarê nukllerî yê îranî, komkeştiya balafirên Amerîkayê "USS Nimitz" li Kendava Farsê hatin bicihkirin.

Dr. Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Rebecca Rebaric got ku belavkirina komkeştiyên Amerîkayê li Kendava Farsê bi vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Efxanistanê ve girêdayî ye.

Serepeyv