Çar kuştî di dewama êrişên hevalbendiya siûdî ser navçên curbicure Yemenê
Li encama êrişên hevalbendiya siûdî ser navçên curbicure Yemenê li du rojên buhurî, çar kes ji wna du zarok hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li gorî rapora kanala nûçana Al-Alam`ê, kirêgirtiyên siûdî her wiha bi êrişên topxaneyî û bi hawanê ser navçên curbicure Yemenê dan ber êrişan.
Dewama êrişên hewayî û topxaneyî yên hevalbendiya siûdî ser Yemenê li halekê ye ku nûnerên dewleta rizgariya Neteweyî û dewleta Îstifakirî ya Yemenê li dewra çaran a gotûbêjên aşitiyê li Stokholma, paytexta Swedê bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî li bara agirbesê li hev kirin.
Li gorî gotina Yehya Serî, berdevkê fermî yê hêzên çekdar ên Yemenê, hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li 24 sietên ewil piştî kutabûna muzakirên Swedê li perava rojava Yemenê cih anî ku binpêkirina hevhatinê li Swedê li bara raghandina agirbesê ye.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa dermanan aniye.