Hêzên yemenî çeperên leşkerên Siûdî li Cîzanê kirin hedefa mûşekekê
Artêş û Hêzên Komîteyên Gelanî yên Yemenê şeva çûyî li bersiva desdirêjiya Rejîma Siûdî ser yemeniyan bi mûşekeke balestîk ya Zelzal-1 çeperên leşkerên Siûdî li rojhilata devera El-Dûd a Cîzanê li başûra Erebistanê kirin hedefa mûşekekê.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, Hevdemê vê êrişa mûşekî, Artêş û Hêzên Komîteyên Gelanî yên Yemenê êrişî ser pêgeh û çeperên leşkerên siûdî li deverê kirin û gelek ji wan kuştin û birîndarkirin û gelek xisar jî li wan xistin û cardin hêz û qaweta xwe li hemberî hêzên desdirêjkar ên Hevpeymaniya Erebî û Siûdî li başûra Erebistanê nîşan dan.
Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî bi alîkariya Amerîka û çend welatên rojavayê yên wekî Brîtanyayê ji Adara 2015 êrişî ser Yemenê kirin ji bo vegerandina serokomarê îstîfakirî yê vî welatî ser deshilat. Di encama êrişên vê hevpeymaniyê ji erd û esmîn ser xelkê Yemenê zêde ji 14 hezar yemeniyan can dan û bi dehan hezar kes jî birîndar bûn. Herwiha bi milyonan yemenî aware bûn û di encama dorpêçkirina Yemenê ji erd, esmîn û deryayê jî bi milyonan yemenî ketine berçîbûnê û ji ber nebûna dewa û dermanan jî bi hezaran kes mirine.
Tevî van êriş û dorpêçiyan rejîma Siûdîm û hevpeymanên wê li Yemenê ti armanceke xwe bi dest nexistine.