Mijdar 17, 2017 16:22 Asia/Tehran
  • Civîna dijberên sûrî li Erebistanê dê were lidarxistin

Wezîrê karên derve yê Erebistanê qala lidarxistina civîna dijberên sûrî bi mazûbantiya Riyazê di Mijdara îsal da kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Mehr News`ê ji zarê El Neşreyê, Wezîrê karên derve yê Erebistanê, Adil Cubeyr got: ``Komên dijber ên Sûriyê yên di bin sîvana piştevaniya Erebistanê da, wê Mijdara 2017an li Riyazê bicivin da ku rewşa hevhatinê ji bo bidestxistina nêrîn û helwêsteka ron û aşkira berî destpêbûna gotûbêjên Sûriyê li Jênêva Swîsê were dabînkirin``.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê her wiha got: ``Armanca vê civînê yekgirtîbûna nêrîna dijebrên Sûriyê derheq gotûbêj û Daxûyaniya Jênêva 1`ê û cihanîna Biryarnameya 2252`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ye da ku nûnerê NY niakre gotûbêjan li Jênêvê ji nû va dest pê bike``.

Ji destpêka qeyrana Sûriyê va, Erebistan bi tehrîk û pîjkirina komên çete û têrorîst li Sûriyê, hokara sereke ya şêrr li vî welatî bû û niha li gorî serketinên artêşa Sûriyê û têkçûna komnê têrorîst ên bin sîvana piştevaniya Riyazê li Erebistanê, vî welatî siyaset û stratijiya xwe derheq vî welatî di rû da guherandiye.