Sûriye: Tirkiye nikare hevçax hem agirê şêr vêxîne û hem jî îdia bike ku hewl dide vî agirî bitemirîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i254006-sûriye_tirkiye_nikare_hevçax_hem_agirê_şêr_vêxîne_û_hem_jî_îdia_bike_ku_hewl_dide_vî_agirî_bitemirîne
Beşar Ceferî nûnerê herdemî yê Sûriyê li NY û serokê taxima dewletê ya vî welatî li gotûbêjên Astanê got: Tirkiye nikare hevçax hem agirê şêr vêxîne û hem jî îdia bike ku hewl dide vî agirî bitemirîne .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2017 13:23 Asia/Tehran
  • Sûriye: Tirkiye nikare hevçax hem agirê şêr vêxîne û hem jî îdia bike ku hewl dide vî agirî bitemirîne

Beşar Ceferî nûnerê herdemî yê Sûriyê li NY û serokê taxima dewletê ya vî welatî li gotûbêjên Astanê got: Tirkiye nikare hevçax hem agirê şêr vêxîne û hem jî îdia bike ku hewl dide vî agirî bitemirîne .

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê , Beşar Ceferî nûnerê herdemî yê Sûriyê li NY û serokê taxima dewletê ya vî welatî li gotûbêjên Astanê li kêlega civîna sisyan a Astanê ragihand; Pêwîst e Tirkiye rêz û hurmeta biryarnamên ku li van civînan têne pejirîn bigre û hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Sûriyê derxîne.

Ceferî got: Tirkiye wekî yek ji sê welatên ku zimaneta gotûbêjên Astanê dike pêwîst e ku sînorên xwe li ser hatûçûna terorîstan bigire.

Wî herwisa ji Enqerê xwest ku hakimiyeta netewî ya Sûriyê bi fermî nas bike û eskerên xwe ji nav axa Sûriyê derxîne.

Li gotûbêjên Astanê li bara Sûriyê ku bi alîgîriya sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyayê birêve çûye û niha sê civîn li Astanê birê ketine, bo ewil car nûnerên dewleta Şamê û nûnerên çend aliyên çekdar ên neyarê dewleta Şamê ku peymannama agirbesa nav vî welatî îmza kirine, bi hev ra rûdinin ser masa gotûbêjê û hema bi hev ra raste rast diaxivin.

Civîna giştî ya  muzakirên sûrî yên Astana 3 bi beşdariya nunerên dewleta Sûriyê û dijberên çekdar îro pênşemiyê li paytexta Qezaqistanê destpê bû. Li civîna  Astana 3 ku bêyî beşdariya nûçegihanan tê lidarxistin, xêncî taximên sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê rayedarên   Welatên Qezaqistanê wek mazûvan, Urdin, Emerîka jî weke welatên çavdêr beşdar bûne.

 Pêkanîna grûpa karî jibo behsa ser reşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûriyê ji wan mijaran in ku li civîna Astanê dikevin rojevê.

 Civîna Astana 3 jî mîna du civînên berê ser mijara cihanîna agirbesa berfireh li Sûriyê û rêçarên wê tê li darxistin.

 Agirbesa  giştalî a niha li Sûriyê ji 31 Kanûna 2016an bi saya plankariya Îran, Rûsiye û Tirkiyê, sê welatên piştgirê muzakirên Astanê hat li darxistin.