Sibat 11, 2019 16:28 Asia/Tehran
  •  Dengvedana meşa 22 Behmenê li medyayên welatên ereb

Beşdariya berfireh a gelê Îranê li merasima çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî li medyayên nûçan ên welatên ereb bi awayekî berfireh deng veda.

 Çîn û qatên curbicure civaka Îranê îro duşemiyê li çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî bi awayekî hevgav li Têhranê û zêde ji hezar bajar û bi dehan hezar gundan, cardinê soz û qirarên xwe bi armancên  hezretê Îmam Xumêynî( RE) xîmadrê Komara Îslamî ya Îranê û hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba îslamî nû kirin.

 Medya erebî ji wan kanala nûçan a El-Meyadînê, meşa çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî weşandin û raghandin: Gelê Îranê li Têhranê û bajar û gundên curbicure vî welatî bi slogana  `` mirin bo Emerîkayê `` û `` mirin bo Îsraîlê``  cardinê serketina Inqilaba Îslamî cejn girtin. Televîzyona El-Mesîrê ya Yemenê dîmenên zindî yên xwenîşandana  milyon ya gelê Îranê li çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî li Têhranê û axiftina serokê Komara Îslamî ya Îranê weşand. Kanala nûçan ya El-Cezîra Qeterê jî bi weşandina rasterast a rê û resma meşa gelê Têhranê li çilemîn salvegera  serketina Inqilaba Îslamî, axiftina Hesen Rûhanî serokê Komara Îsalmî ya Îranê ji zarê wî raghand: Dijmin nikarin bighêjin armancên xwe yên  nehs û kirêt.

 Kaanal nûçan  El-Minarê jî meşa berfireh a gelê Îranê li Têhranê û parêzgehên din li roja 22 Behmenê weşand û raghand: Gelê Îranê bi awayekî hevdeng li meşa serketina Inqilaba Îslamî şanazî bi destkewtên çil salên buhurî kirin.Meşa çilemîn salvegera serketina Inqilaba îsîamî ya Îranê  vê sibê duşemiyê li seranserê Îrana Îslamî hat lidarxistin.

 Kesên tevlî vê meşê bibûn li beşek ji biryarnama  dawiyê ya çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî, şerê rewanî û boykotên  aborî yên dijminan şermezar kirin û gişt gel bi

Beşdarên meşê li beşek ji daxûyaniya dawiyê ya Çilemîn  salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina şerê rewanî û boykotên aborî yên dijminan, ji hemiyan xwestin ku berê xwe bidin qedrnasî û bikaranîna derfetan, amadebûna bi zanebûn di meydanên Înqilaba Îslamî û sekinîna ciddî li hemberî gotegotan û alîkariya bo rayedaran jibo çareserkirina pirsgirêkên aborî, piştgiriya ji kelûpelên îranî û parastina yekîtî û hevgirtina neteweyî.

Hêza Hewa Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî mûşekên Qedr bi birra 2 hezar Kîlomitrî, Qiyam bi birra 700 Kîlomitrî û mûşeka Zulfeqarê bi birra 800 Kîlomitrî li rêgeha meşa bicoş a 22`ê Behmenê li Têhranê nîşan dan.