Ensarullah ser destpêkirina muzakirên aşitiyê disekinin
Îsmaîl Weled El-Şêx şandiyê taybet ê Rêxistina NY li karûbarên Yemenê li bara sekinîna Ensarullaha Yemenê bo destpêkirina pêvajoya aşitiyê li vî welatî agahî da.
Li gorî arpora kanala nûçan a El-Meyadînê, Îsmaîl Weled El-Şêx roja pênşemiyê li twîtekê xitabî aliyên yemenî ji wan xwest ku baweriya xwe li gotûbêja ku li gor aşitî, hevkarî, hevhatin û cînaretiyê bînin.
Wî her wiha diyar kir: Moîn Şerîm alîkakarê Weled El-Şêx li hevdîtina tev rayedarên yemenî li Senayê ji xwesteka wan ji bo destpêkirina pêvajoya aşitiyê li derfeta herî zû de pêşewazî kir.
Li hevdîtian roja duşemiyê ya Moîn Şerîm tev Salih Îmad serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê, Semad li bara amadetiya dewleta Yemenê ji bo cihanîna muzakirên dualî bona kutakirina xwînrêjî û damezrandian aramî û aşitiyê agahî da.
Êrişên hevalbedniya erebî bi serkirdetiya Erebistanê ji Adara 2015`an zêde ji 8 hezar û 700 kuştî û bi dehan birîndar bi cih hiştiye, kiryara ku tim li saya bêdengiya derûdorên navneteweyî didome.