Kanûn 13, 2018 10:05 Asia/Tehran
  • Mercê Tirkîyê ji bo rakirina boykotên hewayî û aborî yên dijî Silêmanîyê

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz got ku "li Silêmanî û li deverên ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) çalak e, şaxên Tevgera Azadî baska siyasî ya PKK`ê hatin girêdan û eva gaveke erênî ye lêbelê têrê nake û divê were eşkerekirin ku têkiliya tevgerê bi rêxistina terorê re heye. Eva mercê me ji bo rakirina boykotên hewayî û aborî yên dijî Silêmanîyê ye.``

Fatih Yildiz ji medyaya Tirkiyê re daye xuyakirin ku "Tevgera Azadî ne bi tenê li Silêmaniyê, li herêmên weke Kifrî, Ranya, Sancaqê ku YNK lê çalak e jî heye. Ji me ra gotin ku ofîsên li van deran hatin girêdanê. Mixatabên me yên Herêma Kurdistana Iraqê ji me re gotin ku 11 ofîsên wan hatin girêdanê. Em vê weke pêngaveka erênî dibînin. Divê were eşkerekirin ku têkiliya vê rêxistinê bi terorê re heye."

Yildiz li ser mijara girêdana qada hewayê ya Silêmaniyê û destpêkirina geştên esmanî di navbera Tirkîyê û Silêmanîyê de jî got: Tirkîyê peywendîyeke baş û gellekî nêzîk bi gelê Silêmanîyê ra heye. Heke daxwazên Tirkîyê ji hêla rayedarên Silêmanîyê va werin cihanînê, geştên esmanî yên ber bi vê parêzgehê dê bên destpêkirinê û Tirkîye çavlirê ye ku hemî çalakîyên PKK`ê li Silêmanîyê werin bisînorkirin û tam rawestandinê.

Şayanî gotinê ye ku Tirkîyê di yek sala buhurî de rayedarên Silêmanîyê nemze YNK ku Silêmanîyê bi rêve dibe bi piştgirîya ji PKK`ê tawanbar kirîye û ev parêzgeha ji hêla aborî va boykot kirîye û hemî geştên esmanî yên di navbera vî welatî û Silêmanîyê da rawestandine.