Mijdar 13, 2018 17:38 Asia/Tehran
  • Helwêstên dewleta Tirkiyê li hember Silêmaniyê bi dijminatî ne

Endamê Konseya rêveberiyê ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), pêgîrî kir ku nihêrîn û helwêstên dewleta Tirkiyê li hember vê partiyê û parêzgeha Silêmaniyê bi dijminatî ne.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Arêz Ebdulah, ragihand: "Rayedarên YNK`ê bi caran bi awayekî fermî ji dewleta Tirkiyê û rayedarên têkildar li vî welatî xwestine Enqere boykotkirina balafirgeha Silêmaniyê îbtal bike û firrînên di navbera balafirgeha Silêmaniyê û welatê Tirkiyê ji nû ve destpê bike".

Endamê Konseya Rêvebir (Encûmena Serkirdayetiyê) ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê, ragihand ku boykotkirina hewayî ya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, karekî bêwate û bêmantiq e û bûye sedem ziyana aborî li xelkê Herêma Kurdistanê û bi taybet Silêmaniyê keve.

Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku rayedarên YNK'ê û parêzgeha Silêmaniyê, tu karekî dijî berjewendiyên Tirkiyê cih neaniye û helwêstên welatparêziyê yên YNK`ê sedemên kiryarên bi dijminatî yên Tirkiyê dan zanîn û got: Dewleta Tirkiyê heya niha tu şertek ji bo ji nûvedestpêkirina firrînan li balafirgeha Silêmaniyê neragihandiye.

Arêz Ebdulah, her wiha kiryara dewleta Amerîkayê ya kivşkirina xelata 12 mîlyon dolarî ji bo peydakirina cihê serokên PKK`ê, kiryareka şaş da zanîn û pêgîrî kir ku divê Amerîka ji bo alîkariya li çareseriya aştiyane ya pirsa Kurdan li Tirkiyê hewl bide lê bi karên xwe bûye sedema giranbûn û alozbûna pirsgirêkan û nakokiyên di navbera Kurdan û Tirkiyê de.