Îlon 18, 2018 19:25 Asia/Tehran
  • Mela Bextiyar mercê kandîdbûna Berhem Salih bo serokomariyê aşkere kir

Berpirsê Desteya Kargêr a Polîtburoya YNK, Mela Bextiyar ragihand, her dema Berhem Salih û partiya xwe vegerin nava YNK, ew dikare bibe kandîdê YNKê ji bo posta serokomariya Iraqê.

Nûnerê serokomarê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de,Brett McGurk li Silêmaniyê ligel Polîtburoya YNKê civiya. Piştî civînê jî McGurk û Mela Bextiyar konferanseke rojnamevanîyê lidar xist.

Brett McGurk ragihand, ew piştevaniyê li Iraqekî xwedî serwerî dikin û bi aliyan re di şêwrê de ne, ji bo hikûmet di dema xwe ya yasayî de pêk bê.

Herwiha McGurk rol û qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞ`ê de bilind nirxand û tekez kir, hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û Amerîkayê de berdewam dibe.

Mela Bextiyar jî ragihand, YNKê di nava xwe de û bi PDKê re jî guftûgoyên berpirsane dike ji bo biryarê li ser kandîdê serokomartiyê bidin. Wî herwiha got, dem hatiye ku biryara dawiyê bê dayîn.

Mela Bextiyar pêgirî kir ew aliyê ku dikare biryara dawiyê derbarê kandîdê YNKê de bide, serkirdatiya YNKê ye û ew ê jî mideha du rojên bê de bo wê pirsê bicive.

Melebextyar derbarê kandîdbûna Berhem Salih bo posta serokomartiyê de jî ragihand, ta niha biryara fermî ji aliyê Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê ve nehatiye dayîn ku vegere nava YNKê û her dema ew Hevpeymanî bi fermî biryarê bide, Berhem Salih dikare bibe kandîd.

Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) jî pêgirî kir ku posta serokomarîya Iraqê pişka YNK ye û got ku Berhem Salih heke bizvire nav YNK, yê bikare bibe berbijarê vê postê.