Îlon 18, 2018 17:18 Asia/Tehran
  • Pêkanîna dewleta Iraqê, mêhwera gotûbêjên Nêçîrvan Barzanî û Mc Gurk

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û nunerê taybet ê serokomarê Amerîkayê di hevdîtinekê de derbarê pêkanîna dewleta nû ya Iraqê û hilbijartinên pêşerojê yên Herêma Kurdistana Iraqê de gotûbêj kirin.

Li gorî rapora malpera fermî ya desteya wezîran a Herêma Kurdistana Iraqê, di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Bert Mc Gurk de ku serokonsulê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, her du alîyan derbarê hilbijartinên vê dawîyê yên meclisa Iraqê, demajoya hilbijartina desteya serokatîya parlimanê û herwiha pêkanîna dewleta nû ya vî welatî û muzakirên têkildarî vê demajoyê dev gotûbêj kirin û alîyê amerîkî pêgirî li ser piştgirîya xwe ji rola çalak û kêrhatî û pişkdarîya xurt a kurdan di vê demajoyê de kir.

Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de pêgirî kir ku partî û bereyên sîyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê bi awayekî kêrhatî û çalak di demajoya pêkanîna dewlet û parlimana nû ya Iraqê û bijartina postên kilîdî de pişkdarîyê dikin û gotûbêjn navxweyî li Herêma Kurdistanê ji bo lihevkirin û hevdengîya di vî warî de didomin.

Barzanî herwiha amajeyî demajoya lidarxistina dewra pêncan a parlimana Herêma Kurdistanê û bangeşeya hilbijartinan bi awayekî aram û dêmokiratîk didome.

Eva çendemîn hevdîtina desteya amerîkî digel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê derbarê pêkanîna dewlet û meclisa nû ya Iraqê û hilbijartinên parlimana Herêma Kurdistanê de ye.