Êrişa hewayî ya Tirkiyê ser navçeyên xelktêde yên parêzgeha Hewlêrê
Hezîran 16, 2018 20:35 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê, êriş birine ser bargehên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li parêzgeha Hewlêrê.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, şeva buhurî balafirên cengê yên Tirkiyê, navçeyên xelktêde yên parêzgeha Hewlêrê û ji wan Çiyadîl û Kurtê bombebaran kirin.
Di encama vê êrişa balafirên cengê yên Tirkiyê de, gundên Sergelî, Kelekî Baleyan li bintara çiyayê Qendîlê û hin navçeyên Xwakurk û Gelereşê ketin ber bombeyan.
Artêşa Tirkiyê heya kûrahiya 30 kîlometreyî ya axa Herêma Kurdistanê, pêşve çûye û li navçeyên Soran û Biradostê bicih bûye.